Ronî: Ya dewlet dike xapandin e, divê kurdî bibe zimanê fermî 2022-01-23 09:03:51   AMED-  Hevserokê MED-DER'ê Rifat Ronî, têkildarî dersên bijartî got: "Dersên bijartî xapandinek e. Zimanê neteweyekê nabe dersa bijartî. Pêwîst e kurdî bibe zimanê fermî."      Li Tirkiyeyê ji bo serdema perwerdehî û hînkeriyê ya 2022-2023'yan zaravayên kurmancî û kirmanckî yên kurdî jî di nav de serlêdanên dersên bijartî di 3'yê Çileya 2022'yan de dest pê kiribûn. Serlêdanên ji bo dersên bijartî dê heya 7'ê Sibatê bidomin. Heya niha gelek derdor ji bo bijartina dersa kurdî daxuyanî dane û didin.    Hevserokê Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) Rifat Ronî têkildarî dersên bijartî ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.   ‘HEQARET E’      Hevserokê MED-DER'ê Rifat Ronî, bibîr xist ku ji roja ku dersên bijartî bûne rojev heya niha gelek kes bang dikin ku dersa kurdî bê bijartin. Ronî, destnîşan kir ku dersa bijartî ya kurdî ne niha ev 10 sal in di rojeva vî welatî de ye. Ronî, anî ziman ku ev yek ji aliyê hikûmeta niha ve hatibû kirin, lê ger dilsoz bûna jixwe dê heya niha çareser bikirana û got: "Wek lutûfekê pêşekeşî gelê kurd kirin. Di 10 salan de welatek ava dibe. 10 sal in dibêjin dersa hilbijarî, lê ev ne ji dil e, xapandin e. Ya duyem, we dersa hilbijarî 10 sal in  pêşkeşî gelê kurd kiriye, lê di van salan de we çend mamoste perwede kirin? An jî gava ev zarok dersa kurdî bibijêrin, dê kîjan mamoste van zarokan perwerde bikin? Ev bi xwe dereweke mezin e û xapandin e."     TUNEHESIBANDINA KURDÎ     Ronî, bilêv kir ku AKP ji bo desthilatdariya xwe gelek soz dane û piştî bûye desthilatdar ew soza xwe binpê kiriye. Ronî got: "Hikûmeta AKP'ê gava bû desthilatdar, gelek soz dan. Got, 'Pirsgirêka kurdî pirsgireka min e. Ez ê zimanê kurdî bikim zimanê perwerdehiyê.' Lê piştî ku bû desthilatdar ew sozên xwe ji bîr kirin û got, 'kurd tune ne, ne zimanê kurdî ne jî çanda kurdî heye.' Gelek rayedarên dewletê heta niha ceribandin ku zimanê kurdî tune bihesibînin. Ji wan Bulent Arinç û Cemil Çîçek gotin, 'zimanê kurdî ne zimanê şaristaniyê  ye.' Lê gelê kurd bi dîrokîbûna zimanê xwe, bersiv da gotinên wan û ew pûç kirin. Vê dawiyê rabûn lêborîn ji gelê kurd xwestin."   ‘KURD JI GOTINÊN XAPÎNOK TÊR IN'   Ronî, di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser gotinên Ahmet Davûtoglû yên têkildarî dersa bijartî ya kurdî jî û got: "Îro Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davutoglû jî ji bo vê tevdigere. Lê dema ew desthilatdar bû û wekî serokwezîrekî AKP dixebitî, wê çaxê wisa nedigot. Lê îro dibêje zimanê kurdî zimanekî qedîm e û divê ne tenê gele kurd hemû gelên vî welatî vî zimanî hîn bibin û bi qedîmiya vî zimanî jî zanibin. Lê gelo dema Sûr hat xirabkirin û hat hilweşandin, kî bû digot 'Em ê Sûrê bikin Toledo?' Kî bû gef li kurdan dixwar? Ma ne heman kes bû. Lê êdî zikê gelê kurd ji van gotinên xapînok têr bûye."    ‘EM DERSÊN BIJARTÎ QEBÛL NAKIN'   Ronî, destnîşan kir ku dersên bijartî heqaret e ji bo neteweyekê û got: "Bi vê dixwazin dersên bijartî yên kurdî wekî lutûfekê pêşkeşî gelê kurd bikin. Na em tu carî dersên hilbijarî qebûl nakin. Daxwaza gelê kurd ku 10 sal in li kuçe û kolanan dîqîre, divê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û zimanê fermî. Bila tu kes ji tiştê ku bi salan tê gotin dubarê nekin.  Eger gavên şênber hebin gelê kurd li vir e û muxatap jî diyar e. Bila werin bi siyaseta kurd re, bi saziyên ziman re danustandinan bikin û nêrînên wan bigrin, bingeha binesaziya zimanê kurdî çêbikin. Zimanê hilbijartî ji bo kesên biyanî ne, lê kurd xwediyê esil ên vî zimanî ne, lewma ya bijartî nayê qebûlkirin."    Ronî, anî ziman ku gelê kurd bi salan e bi polîtîkayên zilm, çewisandin û biçavtinê re rû bi rû ye û got: "Lê em vê yekê çawa dikarin bihesibînin? Ji ber kurdî bi van polîtîkayan re rû bi rû ye, hewce ye gelê kurd wê dersê bibêje û perwerdehiya kurdî bibîne."    ‘BILA DIBISTANÊN KURDÎ VEKIN’     Ronî, bi bîr xist ku dibistanên kurdî hemû hatine girtin û got: "Piştî saziyên kurdî perwerdeya ziman dan, di warê ziman de hişmendiyek çêbû û gel xwest bi serê xwe dibîstanan veke. Gel 3 dibistan vekirin. Yek li Amadê Dibistana Ferzad Kemanger bû; yek li Cizîrê Dibistana Berîvan bû û yek jî li Geverê Dibistana Dayika Uveyş bû. Dewlete bi xwe çênekiribû, gel bi derfeten xwe ew çêkiribûn. Lê dîsa jî tamûl nekir. Ew dibistan di 2015-2016'de de girtin. Eger em qala xwişk û biratiya gelan dikin, nexwe pêwîst e çawa dibistane zimanê tirkî hene, divê yên Kurdî jî hebin."   ZIMAN NASNAME YE      Ronî, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku pêwîst e partiyên siyasî yên kurd xebatên xwe yên di warê ziman de xurt bikin û got: “Ziman nasname û bingeha netewbûnê ye. Gelê kurd madem ji bo gelê kurd û mafên gelê kurd siyasetê dikin, nexwe divê ji bo kurdî budçeyekê veqetînin û xebatên ji bo serwextbûna di warê ziman de bikin. Ger dewket jî di warê tunehesibandinê de israr bike, wê çaxê jî divê siyasetmedarên kurd vê mijarê bikin roje, bername û plansaziyekê çêbikin û pêwîst e dibistanên alternatîf ava bikin. Wê gavê jî dê dewlet mecbûr bimîne di vî warî de gavina bavêje da ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê."