ROJEVA 23'YÊ ÇILEYA 2022'YAN 2022-01-23 09:00:01   * Hevserokê MED-DER'ê Rifat Ronî, têkildarî dersên bijartî got: "Dersên bijartî xapandinek e. Zimanê neteweyekê nabe dersa bijartî. Pêwîst e kurdî bibe zimanê fermî."      * Di ser windakirina Serokê HADEP'ê yê Silopiyayê Serdar Taniş re 21 sal derbas bûn. Kurê wî Diyar Taniş ku bavê xwe di wêneyan de dîtiye got: "Min her tim hêvî dikir ku dê rojekê li derî bixe û bê malê."    * Li Nisêbînê eskeran amûrsaz Yûsûf Akin kuştibûn. Piştî AYM'ê biryara "binpêkirina mafê jiyanê" da, parêzerê malbatê ji bo jinûvedarizandinê serî li dadgehê da.    * Rihayiyan nerazîbûnên xwe yên ji bo fatûreyên giran anîn ziman û destnîşan kirin ku piraniya budçeya malê diçe ji aftûreyan re û ji meaşê wan tiştek di dest wan de namîne.   * Nûnerên partiyên siyasî li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan îşaret bi têkoşîna hevpar kirin û destnîşan kirin ku rêya vê jî bi helwesteke zelal kuçe ne.    * Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 321’an de didome.    * Rêxistina BDP'ê ya Navçeya Rezan a Amedê wê 5'emîn Kongreya xwe ya Asayî li avajiya DBP'ê ya Bajar a Amedê li dar bixe. (11.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Edenê, wê 4'emîn Kongreya xwe ta Asayî li Eywana Dewetê ya Parkpoîntê li dar bixe. (12.00-18.00)   * Komeleya Ekolojiyê ya Amedê, ji bo balê bikişîne ser texrîbata ekolojiyê ya bajar li avahiya xwe civîna çapameniyê li dar bixe. (12.00)   * Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan a li Baroya Amedê di roja 69'an de berdewam dike. (13.00-16.00)    * Komeleya Wêjekarên Kurd, bi mijara "Wêje û zindan" li Pirtûkakurdî ya Amedê gotûbêjek bike û danasîna poirtûkan bike. (14.00)   * Li navçeya Bayrakli ya Îzmîrê, wê bi beşdariya Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir Buroya Şewrê ya DBP'ê bê vekirin. (14.00)   *Li Stenbolê, wê HDP vekirina avahiya xw eya Tûzlayê bike. (14.00)