Tûran: Bi HDP'ê pêvajoyeke nû tê avakirin 2022-01-16 14:38:38   MERSÎN - Parlamenterê HDP'ê Ridvan Tûran, di Kongreya HDP'a Navçeya Toroslarê de axivî û diyar kir ku bi HDP'ê pêvajoyeke nû tê avakirin û ev tişt got: "Em ê bi hevalên xwe yên hatin rêveberiyê re welatekî nû bi hevkariyê ava bikin. Ji bo vê divê em xwe bi rêxistin bikin û neçar in ku zêde bibin."     Li Mersînê, Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Toroslarê, li eywaneke dewetê ya navçeyê 4'emîn Kongreya xwe ya Asayî li dar xist. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê Parlamenterê HDP'ê Ridvan Tûran û endam û rêveberên HDP, DBP û HDK'ê yên bajar tevlÎ kongreyê bûn. Kongreyê bi rêzgirtinê dest pê kir û dûrişmeya "Biji Berxedana zindana" hat berzkirin.    AVAKIRINA PÊVAJOYEKE NÛ   Parlamenterê HDP'ê yê Mersînê Ridvan Tûran ku di kongreyê de axivî, diyar kir ku sala 2022'yan wê ji bo wan bibe sala serkeftinê û wiha got: "Welat di pêvajoyeke girîng re derbas dibe. Li aliyekî têkçûna desthilatê pêk tê, li aliyekê jî bi HDP'ê pêvajoyeke nû tê avakirin. Weke HDP em hesab dikin ku em ê aştî, demokrasî û biratiyê çawa bikin şertên qewîm ên welat. Li Kurdistan û Tirkiyeyê, em ê bi hevalên xwe yên hatin rêveberiyê re welatekî nû bi hevkariyê ava bikin. Ji bo vê divê em xwe bi rêxistin bikin û neçar in ku zêde bibin."   Piştî axaftinan ji bo diyarkirina hevserokên HDP'a navçeyê hilbijartin hat kirin û Zahîde Aslan Tekîn û Îsmet Dayan hatin hilbijartin.