HDP bi komeleyên heremî re civiya: Ji welat re rêya sêyemîn pêwîst e 2022-01-16 13:40:59   ÎZMÎR - Li Îzmîrê HDP bi komeleyên herêmî re hat gelhev û siyaseta rêya sêyemîn nîqaş kir.     Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê, di çarçoveya "Hevdîtinên Demokrasiyê" de li tesîseke Şaredariya Bayrakliyê bi nûnerên komeleyên herêmî yên li Îzmîrê re hat gelhev. Zêdetirî nûnerên 70 komeleyî tevlî civînê bûn. Di civînê de pankarta "Aştî, demokrasî, wekhevî, azadî û edalet tev bi hev re" hat vekirin. rêveberên HDP'a Îzmîrê û parlamenterên HDP'ê Serpîl Kemalbay û Dîlan Dîrayet Taşdemîr tevlî civînê bûn.    Di civînê de parlamaneterên HDP'ê Kemalbay û Taşdemîr axivîn û bal kişandin ser siyaseta xeta sêyemîn ku partiya wan ava dike û komeleyan xwestin ku ji bo xurtkirina vê xetê piştgiriya wan bikin û bi hevre têkoşîna demokrasî û aştiyê bidin.    Nûnerên komeleyan jî axivîn û daxwaz û pêşniyarên xwe ragihandin.    Nûnerê ku li ser navê komeleyên çerkez axivî, bal kişand ser zextên li dijî zimanê wan û got ku jibîrkirina zimanê wan li wan tê ferzkirin û ji ber vê rengên welat yek bi yek winda dibin.    Civîn bi pirs û bersivan  bi dawî bû.