Generalê biçûk ê Apê Mûsa, Kalo jiyana xwe ji dest da 2022-01-16 12:13:28 NAVENDA NÛÇEYAN - Ji generalên zanayê kurd Apê Mûsa, Yilmaz Yakût (Kalo), ji ber xwe nexweşiya pençeşêrê jiyana xwe ji dest da.    Ji belavkarên rojnameyê ku zanayê kurd Apê Mûsa wan weke "generalên min ên biçûk" bi nav  kiribû Yilmaz Yakût (Kalo), ji ber xwe nexweşiya pençeşêrê ku demeke dirêj bû tedawiya wê didît, li mala xwe ya li Amedê jiyana xwe ji dest da. Rexmî hemû zext û zordariya dewletê jî Kalo di salên 1990'î de belavkariya Rojnameya Azadiya Welat û Ozgur Gundemê kir û bû remza çapameniya azad.