Baz Efrîn: QSD amade ku gelê xwe biparêze 2022-01-16 11:41:16 NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Fermandariya Giştî ya QSD'ê Baz Efrîn, diyar kir ku li dijî êrişên Tirkiyeyê amade ne ku gelan biparêzin.     Endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Baz Efrîn, derbarê êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî û nirxandinan kir. Efrîn, qala êrişên Tirkiyeyê yên li ser Rêya Bejahî ya M4'ê kir û got ku tê xwestin ku rêya herî girîng a herêmê bê birîn. Efrîn, da zanîn ku Tirkiye ji bo têkçûna xwe ya siyasî veşêre operasyonên leşkerî derdixe pêş û wiha got: "Dixwaze gel ji pirsgirêkên aborî dûr bikeve û bala xwe bidin ser şer. Hewl dide êrişê Sûriyeyê bike û ji têkçûnê xelas bibe."   ÊRIŞ VALA DERKETINE   Di berdewamê de Efrîn, bal kişand ser liv û tevgera li xeta eniyê û destnîşan kir ku QSD'ê êrişên Tirkiyeyê vala derxistiye û da zanîn ku komên paramîlîter di êrişên xwe yên li ser Rêya Bejahî ya M4'ê de serneketine û QSD amade ye ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji êrişan biparêze.