Mizrakli: Kesên xatirê wan li cem me nîne qet nabe daristana wan hebe 2022-01-16 11:39:14 AMED - Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli, derbarê avakirina daristana li ser navê Devlet Bahçelî ev tişt got: "Kesên xatirê wan li cem me nîne qet nabe daristana wan hebe."   Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli ku qeyûm tayînî şûna wî hatibû kirin û ji peywirê hatibû girtin, bertek nîşanî avakirina daristana li ser navê Devlet Bahçelî ya li Kirklar Dagê yê Amedê da. Mizrakli, li ser hesabê xwe yê twîtterê ev parvekirin kir: "Roj baş Amed; wê li Amedê Daristana Bîranînê ya Bahçelî bê çêkirin. Kesên xatirê wan li cem me nîne qet nabe daristana wan hebe. Heke bibe û dar bên danîn, em ê navê wir ji bo bîranîna Tahîr Elçî ji wir re bibêjin 'Daristana Tahîr Elçî' deriz."