Emeklî-Sen: Em ê di nav Tifaqa Demokrasiyê de cih bigirin 2022-01-16 09:01:50   ÎZMÎR - Sekreterê Giştî yê Tum Emeklî-Senê Îshak Kocabiyik, diyar kir ku Tirkiye di nav krîzeke pir mezin a siyasî û aborî de ye û tekane xelasiya ji vê yekê "Tifaqa Demokrasiyê" ye û dê di nav vê tifaqê de cih bigirin.    Li Tirkiyeyê ji bo xelasiyay ji krîza aborî û siyasî, xebatên ji bo lêgerînên nû bênavber tên kirin. Di anketên li ser hev du tên kirin de tê dîtin ku her diçe rêya rayên îqtidara AKP-MHP'ê kêm dibin. Her wiha Partiya Demokratîk a Gelan û derdorên çepgir û sosyalîst jî di nave de gelek derdorê nîqaşên ji bo tifaqê dikin. Partiyên siyasî û hin derdor hewl didin li dijî tifaqên heyî rêyeke sêyem ava bikin û ji bo vê jî hevdîtinan dikin. Ji xeynî partiyên siyasî gelek derdorên din jî piştgiriya vê tifaqê dikin. Yek ji van derdoran jî kesên teqawidbûyî ne.    Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Tum Emeklî-Senê Îshak Kocabiyik, pirsgirêkên kesên teqawidbûyî û Tifaqa Demokrasiyê nirxand.    Kocabiyik, destnîşan kir ku Tirkiye di nav krîzekee siyasî û aborî ya ku heta niha nehatiye dîtin de yee û wekî her kesî 13 milyon û nîv kesên teqawidbûyî jî tesîrê ji vê digirin. Kocabiyik, anî ziman ku îqtidara siyasî barê pirsgirêka neeirêvebirinê li ser pişta gelan bar dike û got: "Manewrayên siyasî yên vê dawiyê yên îqtidara siyasî û krîza aborî pir wêdeyî hêza deyaxkirinê ya mirovên teqawidbûyî ye. Dê kesên teqawidbûyî bi rêxistinbûnê bersiva van pêngavên mirovan mehkûmî biniya sînorê birçîbûnê dikin bidin."    Kocabiyik, destnîşan kir ku bi lîstikên îqtidara siyasî ya ku mafên wan binpê dike û her tiştî berpêşî sermaedaran dike dizanin û got: "Ji bo xerakirina vê lîstikê ji xeynî rêxistinbûyînê tu çareyek me tune ye."    DEMOKRASÎ   Kocabiyik, diyar kir ku tevî daxwazên wan ên aborî daxwazên wan ên ji bo demokrasiyê jî hene û divê astengiyên li ber mafên wan ên rêxistinbûyînê bên rakirin. Kocabiyik, ew welatekî ku karibin wekî mirovan, bi awayekî wekheev û aştiyane bijîn dixwazin û got: "Em dizanin pêkanîna vê jî yeekbûyî ne. Ji bo vê jî em hewl didin komxebatekê li dar ixin. Em dizanin ev meselee teenê bi sendîkaya me çareser nabe. Serketin bi yekbûyînê pêkan ee. Hewldanên me yên di vî warî de didomin."    TÊKOŞÎNE BI HEV RE   Kocabiyik bal kişand ser nîqaşên derbarê "Tifaqa Demokrasiyê" de jî û destnîşan kir ku pêdiviya tevahiya welêt bi tifaqeke wisa heye. Kocabiyik, anî ziman ku ji lew re tevahiya welêt tê çewisandin û got: "Ji bo em bi xwe pêşeroja xwe ava bikin em welatekî demokratîk û aştiyane dixwazin. Em bi perspeektîfeke ku li tevahiya cîhanê aştî hebe nêzî vê meseleyê dibin. Ji bo pêkanîna vê jî a herî rast em bên cem heev du. Heya niha serdest ji ber perçebûna hêzên demokratîk û gel tişta dilê xwe kirin. Lê pêkanîna vê yekîtiyê pêkan e. Hemû derdorên civakê di heman rewşê de ne. Em dikarin bi yekbûyînê ji heq vê derkevin."    ‘EEM PERÇEYEK TIFAQÊ NE'   Kocabiyik, destnîşan kir ku ew bi xwe jî perçeyeek tifaqê ne û got: "Em bêyî bangawaziyek bê kirin xwe wekî perçeyek vê tifaqê dihesibînin. Bi tena serê xwe xelasî nee pêkan e. An bi heev re an jî qet. Dirûşmeya me ya herî serke ev e."    MA / Tolga Guney