Nobeda Edaletê: Heke li welat hiqûq û edalet hebe em jî dixwazin 2022-01-15 16:16:23   AMED / WAN - Malbatên girtiyan ên li Amed û Wanê Nobeda Edaletê didomînin gotin heke li welat edalet û hiqûq hebe ew jî dixwazin.    Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan a li Amedê û Wanê berdewam dike. Nobeda Edaletê ya li Amedê ku li avahiya Baroyê tê lidarxistin di roja 61’an de berdewam dike. Malbatan îro carek din di nobedê de xwestin edalet bicih were û girtiyên wan werin berdan.    Îro rêveberên rêxistina HDP’a Bajarê Şirnexê û nûnerên sendîkayên girêdayî KESK’a Şirnexê serdana malbatan kirin.    ‘ME JI BO ZAROKÊN XWE KEFEN LI XWE KIRIYE’    Xwişka girtiyê nexweş Hamdûsena Ada, Reşahat Ada ewilî axivî û destnîşan kir ku 61 roj in ew dixwazin girtiyên werin berdan û ji bo zarokên xwe kefen li xwe kirine û heta çalakiya wan bigihîje encamê wê têkoşîna xwe bidomînin.    Xwişka girtiyê nexweş Abdullselam Guler, Încî Guler jî axivî û got: “Heke li vî welatî hiqûq û edalet hebe, ew jî dixwazin. Xwesteka me tenê ew eku girtiyên me werin berdan.”    Endamê Egîtîm Sena Şirnexê Serhat Ugur jî diyar kir ku ew ê her tim li cem malbatan bin û dê piştevaniya wan bikin.    MAFÊ TENDURISTIYÊ    Rêveberê SES’a Şirnexê Mûrat Ozbey jî anî ziman ku nabe mafê tedawiyê û tenduristiyê yê girtiyan were astengkirin.    Rêveberê HDP’a Şirnexê Şahîn Sumbul jî anî ziman ku divê ji bo girtiyên nexweş rayedar demildest gavan biavêjin û girtî werin azadkirin.    NOBEDA WANÊ DI ROJA 36’AN DE NE     Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan li Baroya Wanê di roja 36’an de berdewam dike. Malbat dawiya hefteyê serdana rêxistinên sivîl dikin. Malbat vê hefteyê serdana Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Wanê kirin.    ‘BILA BI OCALAN RE HEVDÎTIN WERIN DESTPÊKIRIN’    Rêveberên OHD’ê malbatan pêşwazî kirin û parezeran derbarê rewşa girtiyan de agahdar kirin. Xizma girtî Aslihan Tîmûr diyar kir ku nobeda wan her ku diçe mezintir dibe û heta aadiya girtiyan wê çalakiyên wan berdewam bike. Tîmûr da zanîn ku ew dixwazin bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin werin destpêkirin û her kes piştevaniya nobeda wan bike.      Hevseroka OHD’a Wanê Ebrû Demîrtepe jî got ew bi her awayî li cem daxwaz û nobeda malbatan in.