Ji bo girtiyê nexweş Sevmîş banga berdanê hat kirin 2022-01-15 15:41:39   ENQERE - Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî xwest girtiyê nexweş Giyasettîn Sevmîş ê rewşa wî giran e were berdanê.    Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş li ber avahiya ÎHD’a Enqereyê di hefteya 384’emîn de çalakiya heftane li dar xist. Di çalakiyê de pankarta “Tedawî maf e nayê astengkirin, bila girtiyên nexweş werin berdan” hat vekirin. Hevseroka ÎHD’a Enqereyê Sevîl Turgut daxuyanî da û bal kişnd ser ewşa girtiyê nexweş Giyasettîn Sevmîş ê rewşa wî giran e û li Girtîgeha Wanê ya Tîpa F’yê tê ragirtin.    REWŞA WÎ GIRANTIR DIBE    Turgut da zanîn ku Giyasettîn Sevmîş ji sala 2007'an ve girtî ye û li gelek girtîgeha hatiye gerandin û herî dawî ji girtîgeha Şakrana Îzmîrê sewqî girtîgeha Wanê kirine û dema ew li derve bûye tu nexweşînek pê re nebûye û li girtîgehê nexweşîn lê peyda bûne û niha rewşa wî giran e. Tûrgût diyar kir ku nexweşîna Wilson lê peyda bûye û ji ber şertên girtîgehê nikare xwe bigihîne dermanan. Turgut got Sevmîş li gel rapora nikare di girtîgehê de bimîne jî nayê berdan û terkî mirinê tê kirin û li ser vê yekê jî tedawiya nayê kirin û her roja ku diçe rewşa wî ber bi nebaşiyê ve diçe. Turgut got divê Sevmîş demildest were berdan û tedawiya wî were kirin.