Ferat Derê rêveberiya xwe ya nû bijart 2022-01-15 14:47:07   SEMSÛR - Ferat Der a li Semsûrê xebatên zimanê kurdî birêve dibe Kongreya Asayî ya 2’yemîn li dar xist û rêveberiya xwe nû bijart.    Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Feratê (Ferat Der) ku di sala 2019’an de li Semsûrê ava bû û li bajêr xebatên zimanê kurdî birêve dibe, Kongreya Asayî ya 2’yemîn li dar xist. Kongre li avahiya KESK’a Semsûrê pêk hat û pankartên bi nivîsa “ “Zimanê me nasname ya me ye” û “Zimanê me rûmeta me ye” hatin daliqandin. Nûnerên rêxistinên siyasî û sivîl û gelek kes beşdarî kongreyê bûn. Di kongreyê de sînevîzyona ku behsa jiyan û serpêhatiyên kesayet û zimanzanên ji bo ziman û tarîxa kurdî xebitîne dikir hat nîşandan.    ‘TÊKOŞÎNA JI BO STATÛYA ZIMAN WÊ DEWAM BIKE’    Hevserokê Ferat Derê Şerîf Yilmaz di kongreyê de axivî û got: “Piştî damezrandina komeleya me, şewba koronayê dest pê kir. Tevî vê yekê jî du sal in em xebatên xwe dikin. Di vê pêvajoyê de her kesê ku piştevaniya me kiriye, em spasiya wan dikin. Li Semsûrê kurdî xwedî cihek girîng e. Divê em bi her awayî xwedî li ziman û çanda xwe derkevin. Em ê her têkoşîna xwe ya ji bo statûya zimanê xwe bidomînin.”    Piştî axaftinan hilbijartin pêk hat û rêveberiya nû hat bijartin. Navê kesên ji bo rêveberiyê hatin bijartin wiha ye: “Kazim Turhan, Sevcan Bagirci, Alî Alper, Yeşîm Akgul, Yusuf Bagirci.”