82 kesên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan 2022-01-15 14:30:40   STENBOL - Xwendekaran duh êvarê întîharkirina Enes Kara li Cadeya Îstîklalê şermezar kiribûn. 82 kesên di çalakiya şermezarkirinê de hatibûn binçavkirin, hatin berdan.     Rêxistinên Ciwanan û xwendekarên zanîngehê, duh êvarê li Tunela Taksîmê întîharkirina xwendekarê fakûlteya tibê Enes Kara ku li wargeha cemaetê dima, şermezar kiribûn. Xwendekar û endamên rêxistinên ciwanan bi berzkirina dirûşmên “Enes Kara îsyana me ye” û “Faşîst wê hesab bidin gel” di Kolana Îstîklalê de meşiyabûn. Polîsan êrişî xwepêşandaran kiribû û 83 kes binçav kiribûn.    83 kesên ku li Miduriyeta Polîsan a Stenbolê îfadeyên wan hatin wergirtin bi îdiayên “Li dijî qanûna civîn û xwepêşandanan derketin” û “ji bo peywîrê nedin kirin li ber xwe dane” hatin sûcdarkirin. 82 kesên îfadeyên wan hatin wergirtin, hatin berdan, hat diyarkirin ku kesek jî ji ber dosyayeke wî ya cuda hebû hêj di bin çavan de tê ragirtin.    NAVÊ BIHÇAVKIRIYAN    Nûçegihana Gazete Karinca Yadigar Aygul jî di nav de navê 82 kesên hatin binçavkirin wiha ye: “Ferhat Ergen, Muhammet Rojhat Demirdöken, Mert Bakur, Mert Gökduman, Muhammet Şerif Çiçekliyuz, Kemal Yıldız, Hasan Dogan, Kerem Yavuz, Metin Ozken, Mustafa Çagdaş Sag, Ebubekir Gonan, Eray Çıta, Doğukan Gürbey, Ahmet Furkan Polatkan, Eren Tunaçay, Alkın Deniz Yiğitoğlu, Ayşe Eylem Uluçay, Eren Kaya, Mertcan İncioğulları, Diyar Sarıkuş, Deniz Gökgör, Yasemin Ebru Gürsoy, Tuba Apaydın, Kudret Çetinkaya, Tanya Kara, Özlem Damla Arık, Serdar Eser, Yılmaz Çelik, Gizem Karaköçek, Devin Doğa Ayaz,  Aysu Demir, Ayşe Şafak, Azad İzci, Fatma Sürmeli, Gizem Köksal, Ekinsu Aktaş, Özge Can Gelen, Gaye Yeşilova, Simge İngün, Resul Avcı, Uğurcan Demir, Muhammed Aydın, Cihan Çiçek, Candeniz Aksu, Batuhan Berk Duran, Sinan Aktağ, Busenur Karayiğit, Ali Taha Sarıbıyık, Hilal Baki, Orhun Ege Yüksel, Sümeyye Köse, Yoncagül Fırat, Merve Havalı, İlker Çiçek, Tarık Metin, Yakup Elçek, Ahmet Caner Altay, Mert Soydan, İmrahim Hakkı Eren, Dilbirin Erdem, Şule Kök, Meryem Acar, Yaren Sarısaltık, Lizge Biter, Ersin Berke Gök, İdil Barış Bilgen, Özlem Özdemir, Eda Kalafat, Selen Döner, Melisa Yılmaz, Kardelen Şahin,  Ayşenur Semiz, Yasemin Aladağ, Ümit Erben, Aslı Duru Güven, Kübra Beyza Sungur, Yusud Rencüzopulları, Ecem Naz Güner, Özcan Avcı, Ulaş Usul ve Buse Nur Satır.”