Ji bo hevdîtin bi Ocalan re bê kirin di 2 mehan de 60 serlêdan: Serlêdan nayên bersivandin! 2022-01-15 09:08:46 STENBOL - Buroya Hiqûqê ya Asrinê, di du mehên dawî de ji bo hevdîtinê bi muwekîlê xwe Ocalan re bike, serî li 60 saziyan daye, lê serlêdanek wê jî nehatiye bersivandin.  Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ji 15'ê Sibata 1999'an, ji roja ku bi komployeke navdewletî radestî Tirkiyeyê hatiye kirin heya niha, di Girtîgeha Îmralî ya Tîpa F'yê de bi awayekî girankirî tê tecrîdkirin. Serlêdanên malbatê û parêzeran ên ji bo hevdîtinê ji sala 1999'an heya sala 2016'an tim bi hincetên wekî "rewşa hewayê nebaş e", "gemî xerabe ye" û "koster xerabe ye"; ji sala 2016'an heya 2019'an jî bi hinceta cezayên hevdîtina bi malbatê ya 3 mehan, cezayê hevdîtina 6 mehan a bi parêzeran re hatin redkirin. Ji sala 2019'an heya niha jî tu serlêdan çi erênî çi neyênî nayên bersivandin.    Bi hinceta "Nexşerê" ya Ocalan ku wekî pêvek ji bo parêznameya xwe ya di sala 2009'an de berpêşî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) kiribû di 23'yê Îlona 2020'an de 6 meh cezayê hevdîtina bi parêzeran li Ocalan hatibû birîn. Her wiha di serlêdanên parêzeran de, derketibû holê ku di Çileya 2021'ê de cezayekî nû yê dîsîplînê li Ocalan hatiye birîn.    XEBER JÊ NAYÊ GIRTIN   Ocalan, cara ewil di 27'ê Nîsana 2020'î de bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivîbû. Cara dudoyan jî piştî fikarên derbarê ewlehiya wî û tenduristiya wî de zêde bûbûn di 25'ê Adara 2021'ê de bi telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivî. Lê belê ev hevdîtin jî di nîvî de hatibû qutkirin. Piştî vê hevdîtinê heya niha tu xeber ji ocalan nayê girtin.    CEZAYÊN NÛ   Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê, ji bo Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên di Girtîgeha Îmraliyê de, bi daxwaza "demildest hevdîtin" di 22'yê Mijdara 2021'ê de serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê dabû û xwestibû "dawî li vê nexebergirtinê bê dayîn" û bi awayekî fizîkî pêwendiyê bi muwekîlên xwe re bike. Dadgeriyê di 23'yê Mijdara 2021'ê de vê serlêdana parêzeran û serlêdana malbatan a ji bo hevdîtinê bersivandibû. Dadgeriyê dauxyandibû ku bi hinceta qedexeya hevdîtinê ya 6 mehan a parêzeran û qedexeya hevdîtinê ya 3 mehan a malbatan daxwaza buriya hiqûqê red kiriye. Lê belê têkildarî biryarên hatine dayin tu agahî parve nekirin.    HEWILDANÊN PARÊZERAN   Piştî serlêdan bêbersiv man, parêzer di 23'yê Mijdara 2021'ê de bi daxwaza "demildest hevdîtin"ê serî li Wezareta Dadê, Serokatiya Daîreya Mafên Mirovan a Wezareta Dadê û Midûriyeta Giştî ya Ceza û Girtîgehan dan. Parêzer di serlêdanên xwe de xwestin bi awayekî fizîkî pêwendiyê bi muwekîlên xwe re deynin û nediyariya ji bo rewşa tenduristiya muwekîlên wan bi dawî bibe.    Her wiha parêzeran di 24'ê Mijdara 2021'ê de serî li Komîsyona Vekolandinê ya Mafên Mirovan a Meclîsê; di 25'ê Mijdara 2021'ê de serî li baroyan û rêxistinên civaka sivîl; di 26'ê Mijdara 2021'ê de jî serî li sazî û rêxistinên civaka sivîl ên navneteweyî dan. Parêzeran di serlêdanên xwe de detsnîşan kirin ku her sazî mîsyona xwe bi cî bîne û rewşa dij hiqûqê ya li Îmraliyê teşhîr bikin.    SERLÊDANA BAROYA AMEDÊ   Piştî hewldana parêzeran, Baroya Amedê di 3'yê Kanûna 2021'ê de serî li Wezareta Dadê dan ku  rewşa Ocalan û her sê girtiyên din Konar, Yildirim û Aktaş de li cihê cih tespît bikin. Heya niha serlêdana baroyê nehatiye bersivandin.    BÊDENGIYA AYM'Ê   Buroya Hiqûqê ya Asrinê, vê carê di 24'ê Kanûna 2021'm de bi daxwaza tevdîrgirtinê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) da. Parêzeran di serlêdanê de bal kişand ser hevdîtina dawî ya bi Ocalan re ku di 25'ê Adarê de bi telefonê kiriye û gotin: "Ji wê rojê heya niha 9 meh derbas bûne û bi tu awayî xeber ji muwekîlên xwe nagirin. Di vê demê de ne pêwendiyeke fîzîkî bi muwekîlan re çêbûye ne jî bi telefon an jî nameyan pêwendî hatiye çêkirin. Lewma serî li dadgeriya înfazê hatiye dayîn. Dadgeriya înfazê diyar kir ku ji ber cezayê dîsîplînê heye hevdîtina bi malbatê re nayê kirin û ji ber ku 6 mehan sînordarkirina hevdîtinê heye hevdîtina bi parêzeran re nayê kirin. Îtiraz ji bo vê briyara dijî hiqûqê hat kirin û nimûneyên van dosyeyan hatin xwestin, lê belê ev daxwaz bi hincetên ewlehiyê hatin redkirin.    Jiyana serlêdêrên ku ji 25'ê Adara 2021'ê ve xeber ji wan nayê girtin, bi awayekî potansiyel di xetereyê de ye. Li gel temenê wan û rewşa tenduristiya wan, îzolasyona mûtleq a dûr û dirêj yekparebûna wan a ruhî û fizîkî tehdîd dike. Nebûna mekanîzmayên kontrolkirinê û rêyên serlêdanê yên kartêker, xetereyê mezintir dike. Ji bo ev zirara binpêkirina xala 17'an a Qanûna Bingehîn (qedexeya îşkenceyê) bi adwî bibe, ji bo hevdîtina bi malbatê û parêzeran re bê kirin, em doza biryara tedbîrê dikin a ku di xala 73'yan a rêziknameya navxweyî de hatiye diyarkirin."    Li gor usûlê diviyabû AYM, di nava 3 rojan de derbarê "tevdîr"ê de biryara bidana, lê bel 22 roj derbas bûne hê jî tu biryar nedaye.    LI HSK'Ê GILIYÊ WAN KIRIN, SERÎ LI CPT'YÊ DAN   Her wiha parêzeran giliyê dozger û dadgerên ku serlêdanên wan nabersivînin jî kirin. Parêzeran di 24'ê Kanûna 2021'ê de li Desteya Dadger û Dozgeran (HSK) giliyê dozger û dadgerên peywira xwe naynin cî kirin.    Buroya Hiqûqê ya Asrinê herî dawî serî li Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) da. Buroyê di serlêdana xwe de diyar kir ku ji 25'ê Adara 2021'ê heya niah tu xeber ji Girava Îmraliyê nagirin û xwestin "îşkence û muameleyên xirab ên li Îmraliyê bi dawî bibin" û dmeildest serlêdana Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F bê kirin.    SERÎ LI 60 SAZIYAN DAN   Buroya Hiqûqê ya Asrinê tevî serlêdana xwe ya li CPT'yê di du mehên dawî de herî kêm serî li 60 sazî, dezgeh û rêxistinên civaka sivîl da.    MA / Ferhat Çelîk - Esra Solîn Dal