Nobeta Edaletê: Em ê li her derê li ber xwe bidin 2022-01-14 16:27:50   AMED - Malbatên girtiyan ên li Baroya Amedê Nobeta xwe ya Edaletê didomînin, xwestin girtiyên nexweş ên giran bên dermankirin û wiha gotin: “Em li her derê, li pêş edliyeyê, li kolanan berxwedana xwe bidomînin.”   Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin bên berdan, li avahiya Baroya Amedê dane destpêkirin, di roja 60’emîn de berdewam dike. Malbatên girtiyan, serê salê pîrozkirin û hêvî kirin ku sala nû bibe sala ku girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin bên berdan.    ‘TUNDÎ ZÊDE DIBE’   Xizma girtiyan Încî Guler, hevdîtina li Enqereyê bi sazî û dezgehên cuda re kirin bi bîr xist û wiha got: “Hin soz hatin dayîn lê em hêj li bendê ne. Em li bendê bimînin jî. Ji ber ku xizmên me bêsûc in. Tevî ku cezayên wan xelasbûne jî înfazên wan tên şewitandin. Ne pêkane ku em vê qebûl bikin. Ligel xizmên me zilm li me jî tê kirin. Hevdîtina vekirî ya derbasbûyî de lêgerîna nava dev ferzkirin. Tundî û îşkenceya li girtîgehan her ku diçe zêde dibe. Em bibin dengê girtiyan.”   ‘EM Ê LI HER DERÊ LI BER XWE BIDIN’   Xizma girtiyan Reşahat Ada jî xwest ku zarokên wan bên dermankirin û wiha got: “Em li her derê li pêş edliyeyê, li kolanan berxwedana xwe bidomînin. Em dest ji nobeta xwe bernedin.”   ‘BILA ZAROKÊN ME BÊN BERDAN’   Fevziye Kolkan jî bi lêv kir ku rewşa girtiyên nexweş giran e û xwest ku bêrî darbest ji girtîgehê derkevin pirsgirêk bên çareserkirin. Kolakani, xwest ku zarokên wan bên berdan û wiha axivî: “Bila zarokên me li wan odeyên karantînayan jiyana xwe ji dest nedin. Ez bi xwe nexweş im heta ku zarokên xwe nebînim naxwazim bimirim. Ez dixwazim zarokên min bînin Amedê.”   ‘EM ZILMÊ QEBÛL NAKIN’   Xizma girtî Nûray Abay jî daxwaza xwe ya berdana girtiyên nexweş dubare kir û wiha axivîn: “Em naxwazin cenaze derkevin. Girtiyên ku înfazên wan hatine şewitandin berdin. Ev ne edalet e. Em vê edaletê qebûl nakin. Em dixwazin bigihin xizmên xwe, dixwazin werin bermankirin. Em vê heqaretê qebûl nakin. Tevî van hemû zilman em dest ji kurdbûyîna xwe bernadin. Xizmekî min jî li Trabzonê girtiye, ez dixwazim wî bînin Amedê.”