Çetîn Dedeogullari: Saziyên dewletê di nava vî karî de ne 2022-01-14 16:06:52 ENQERE - Çetîn Dedeogullari diyar kir ku Serokkomar Tayyîp Erdogan gelek sozan daye lê pêk neaniye û got: “Hin saziyên dewletê jî di nav vî karî de ne, qatil hat perwerdekirin û malbata min tune kir.”    Li dijî ferdên Malbata Dedeogullari di 12’ê Gulana 2021’an de li Konyayê êrişek nijadperest pêk hatibû. Êriş ji aliyê malbatên Çalik û Keleş ve hatibû kirin. Derbarê vê êrişa nijadperest de derbarê 9 kesan de ji sûcê “hewldana kuştina bi qestî”, “birîndarkirina bi qestî” û “binpêkirina destnedayîna qonûtê” doz hatibû vekirin. Danişîna ewil a doza êrişê li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Konyayê hat lidarxistin. Danişîn taloqî meha sibatê hat kirin.     Piştî danişînê parêzeran û xizmên malbatê li buroya parêzerê malbatê civîna çapemeniyê li dar xistin. Ferdê malbata Dedeogullari ku bi tenê maye Çetîn Dedeogullari jî beşdarî civînê bû.    Ewilî parêzerê malbatê Abdurrahman Karabulut axivî û got êrişkaran bi armanca qetilkirina êrişî malbatê kiriye. Karabulut anî ziman ku li şûna malbat bihata parastin lê dewletê êrişkaran parastiye û di encamê de qetlîam pêk hatiye.    ‘BAWERIYA MIN BI EDALETÊ NEMAYE’    Çetîn Dedeogullari bi bîr xist ku ew berê beşdarî tu civînek çapemeniyê nebûye. Dedeogullari destnîşan kir ku baweriya wî ya bi edaletê nemaye û got: “Di du dadgehên dawî de hem ji bo helwesta dadgehê ku kujeran diparêe û hem jî ji bo helwesta dadgehê min vê axaftinê rast dît. Min 7 ferdên malbata xwe veşart, lê îro min ji wê eywanê derxistin.”   ‘SAZIYÊN DEWLETÊ DI NAVA VÎ KARÎ DE NE’    Dedeogullari wiha axivî: “Ji bo ku ev kujer temamê malbatê tune bike xwedî kirin. Di 30’yê tîrmehê de kujer şandin û malbatê hemû qetil kir. Serokkomar Tayyîp Erdogan soz dabû min. Lê soza xwe pêk nayinînin. Ev di du danişînan de encamên wê sozê nabînim. Hin saziyên dewletê jî di nava vî karî de ne. Kujer bi awayek zane hat perwerdekirin û malbata min tune kirin.”    POLÎSAN ÇÊRA KIRIYE    Xizma malbata Dedogullari, Hacioller Kaplan jî di dawiya civînê de axivî û wiha got: “Di eywana danişînê de heke polîsek dewletê çêrî jinekê dike, ji niha şûn ve ez ê ne li benda edaleta vê dewletê bim û ne jî tiştek din. Li dadgehan edalet qediyaye. Vaye edaleta AKP’ê ev e.”