Faîlê ku tacîza zayendî li zarokan kiribû hat girtin. 2022-01-14 14:59:50   RIHA - Li navçeya Pirsûsê, faîl Enver Î. ku tacîza zayendî li 3 zarokan kiribû hat girtin.    Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, li ser gilîkirina malbatekê, Enver Î. yê 29 salî ku di demên cada de tacîza zayendî li 3 zarokan kiribû û ji dîmenên qamerayên ewlehiyê hatibû tespîtkirin, duh hatibû binçavkirin. Li ser agahî dayîna zarokekê 8 salî nasnameya Enver Î. hat tespîtkirin û  hat hînbûn ku di demên cuda de 3 zarokan tacîz kiriye. Hat diyarkirin ku Enver Î. li sûcê xwe mikûr hatiye. Enver Î. piştî ku derket dadgehê hat girtin.