Doza ‘Zincîra Aştiyê’ hat taloqkirin 2022-01-14 13:54:08   RIHA - Danişîna doza derbarê kesên bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Rihayê tevlî “Zincîra Aştiyê” bûn de hatibû vekirin, hat taloqkirin.    Di 1’ê Îlona 2020’an de li Parka Alî Şellî ya navçeya Halîliye ya Rihayê çalakiya “Zincîra Aştiyê” hatibû li darxistin. Danişîna doza derbarê kesên tevlî çalakiyê bûn de hatiye vekirin li 2’yemîn Dadgeha Asliye ya Cezayê hat dîtin. Polîsan êrişî çalakiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a di çarçoveya “Bernameya Têkoşîna Demokratîk” de kiribûn û Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir di nav de derbarê 29 kesan de bi îdiaya “muxalefeta li dijî qanûna hejmara 2911’an” doz hatibû vekirin. Di danişîna dozê de parêzer amade bûn.    Parêzeran diyar kirin ku meş û xwepêşandan ne sûc in û derbarê muwekîlên xwe de daxwaza beraetê kirin. Şandeya dadgehê, ji bo kêmasiyên dosyayê bên temamkirin, danişîn taloqî 27’ê Nîsan 2022’yan kir.