Rojnamevanê girtî bi nexweşiya CIDP’ê ketiye 2022-01-14 12:05:39   AMED - Rojnamevan Ferhat Çîftçî yê li Girtîgeha Tekîrdagê diyar kir ku ew bi nexweşiya CIDP’ê ketiye û tedawiya wî didome.    Rojnameya Azadiya Welat bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) di sala 2016’an de hatibû girtin. Nûnerê Rojnameya Azadiya Welat Ferhat Çîftçî ku niha li Girtîgeha Tekîrdagê ya Jimara 1’an a Tîpa F’yê de tê ragirtin jî li lîsteya girtiyên nexweş zêde bû. Çîftçî di sibata 2016’an de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” hatibû girtin û 21 sal û 8 smeh cezayê hepsê lê hatibû birîn. Çîftçî ji rojnamevan Huseyîn Aykol re name şand û pirsgirêkên tenduristiyê ku ew pê re rûbirû maye ragihand.    Çîftçî di nameya xwe de destnîşan kiriye ku encamên muayeneya wî li nexweşxaneyê derketine û nexweşîna bi navê Kronîk Înflamatuar Demiyelinizan Polinoropati (CIDP) lê peyda bûye.