Malbata Şenyaşar ji dozger re got: Ev bar wê bimîne ser milên we 2022-01-14 11:47:27   RIHA - Malbata Şenyaşar a têkoşîna xwe ya edaletê didomîne, ji Serdozgerê Komarê yê Rihayê re wiha got: “Li şûna ku hûn rêgezên hiqûqê bi cih bînin, we talîmatên serweran bi cih anîn. Hemû bar wê li ser milên we bimîne.”   Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 312’emîn de berdewam dike. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar, ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hatin pêş edliyeyê û li qada weke “Quncikê edaletê yê malbata Şenyaşar” dest bi nobeta xwe kirin.    Malbata Şenyaşar, têkildarî Nobeta xwe ya Edaletê ku bênavber didomînin de îro li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal hesabê Serdozgerê Komarê yê Rihayê Onder Yenîçerî etîket kir û ev peyam parve kir: “Serdozger Onder Yenîçerî û tîma wî li şûna ku rêgezên hiqûqê bi cih bînin, talîmatên serweran bi cih anîn. Hemû bar wê li ser milên we bimîne. Kesên îro talimat dane we wê sibê bêjin ‘ma we ji me pirsî’.”