Bûldan û Sancar serdana Zeydan kirin 2022-01-14 11:32:30   ENQERE - Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sîncar, serdana Abdullah Zeydan ê hatibû berdan kirin.    Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, serdana parlementerê Colemêrgê yê serdema beriya niha Abdullah Zeydan ku piştî 5 salan di girtîgehê de hat ragirtin, hatibû berdan, kirin. Hevşaredarê Agiriyê yê serdema beriya niha Sirri Sakik jî bi hevserokan re çû serdanê.