Morsumbul ê dermankirina wî tê astengkirin nayê berdan 2022-01-14 11:30:14   STENBOL - Dayika girtiyê nexweşê giran Eser Morsumbul, Ayten Morsumbul diyar kir ku jiyana wî di bin xetereyê de ye û wiha got: “Dewlet zarokên me di girtîgehê de dikuje.”   Girtiyê nexweşê giran Eser Morsumbul ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1’an a Şakrana Îzmîrê tê ragirtin, bi sala ne pirsgirêkên tenduristiyê yên cidî dijî. Morsumbul, ê di 12’ê Adara 2017’an de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hat girtin, piştî 10 mehan di Girtîgeha Sîlîvriyê de hat ragirtin, sewqî Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1’an a Şakrana Îzmîrê hat kirin. Morsumbul ê ji ber nexweşiya xwe ya gurçika dive her meh biribûna nexweşxaneyê, ji ber kontrolên wî hatin sînordarkirin, dermankirina wî hat astengkirin.    BÊYÎ KU BAŞ BE HAT GIRTIN   Morsumbul ê dema 12 salî bû ji ber tumora mejî ya xerab emeliyat bû, demekî dirêj tedawiya kemoterapî û tîroşkê dît. Morsumbul ê pişt re dest bi tedawiya dermanan kirin, ji ber vê tedawiyê zirar da gurçikên wî, dest bi tedawiya gurçikan kir. Dayika Eser di Tebaxa 2016’an de gurçika xwe da lawê xwe. Morsumbul ê neqla gurçikê derbas kir û hêj jî tedawiya berdewam dike, beriya ku baş bibe di 12’ê Adara 2017’an de hat girtin û şandin girtîgehê.    NEXWEŞIYÊN WÎ   Morsumbul ê ji sedî 70 rapora wî ya astengdariyê heye, piştî ku hat girtin nexweşiya helîna hestî, ser êşî, anemî nexweşiya çerm lê derketin. Rewşa Morsumbul ê li girtîgehê dermankirina wî tê astengkirin, giran bû.    7 MEH DERBAS BÛN LÊ BERSIVÊ NADIN   Tevî ku Komeleya Mafên Mirovan gelek caran daxuyanî da û der heqê Morsumbul de rapor amade kir jî, rayedaran daxwazên wan paşguh kirin. Serlêdanên “taloqkirina înfazê” ên ji bo Morsumbulê ku di rapora ÎHD’ê de weke “nikare tena serê xwe pêdiviyên xwe pêşwazî bike” cih digire, hat redkirin. Parêzerên wî herî dawî di Hezîrana 2021’an de ji bo berdana girtiyê nexweşê giran Morsumbul serî li Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê dabûn, lê belê dozgeriyê ev 7 meh in tu bersiv neda. Di heman demê de serlêdanên li Saziya Tiba Edlî jî hatibûn kirin, hatin redkirin.    Lijneya Îdarî û Çavdêriyê meha derbasbûyî derbarê Morsumbul ê nexweşê giran û nikare pêdiviyên xwe tena serê xwe pêşwazî bike de biryara “ne di halekî baş de ye” da. Weke hêcet jî “mayîna wî ya li qawişa birêxistinkirî” û “neketina qursên girtîgehê yên mîna quran û zînetan” nîşan da. Morsumbul ku di heman demê de rapora astengdariyê ya ji sedî 70 jî heye, di sala 2021’an de ji bo mûçeyê astengdariyê serî li Saziya Ewlehiya Civakî (SGK) dabû lê di bersiva 11’ê Çileyê de bi gotina ‘bavê te dixebite’ hat redkirin.    PÎRA WÎ DAYIKA ŞEMIYÊ YE   Apê Morsumbul, Huseyîn Morsumbul piştî darbeya 12’ê Îlonê hefteyekê hêj 19 salî bû li Çewligê hat binçavkirin. Pîra Eser Morsumbul, dayika Huseyîn, Fatma Morsumbul roja din diçe qereqola jendermeyan û bersiva “Huseyîn li vir e” digire. Lê dema roja din diçin wir dibêjin, “Kurê te reviyaye”. Piştî Huseyîn Morsumbul hat binçavkirin, careke din tu agahî jê nehat bihîstin.    NABIN NEXWEŞXANEYÊ   Dayik Ayten Morsumbul a derbarê kurê xwe de agahî dan, diyar kir ku di sala 2017’an de 3 daxwazname dan Wezareta Dadê. Dayik Morsumbul, bi lêv kir ku di bersiva daxwaznameyan de agahiya weke kurê wê bi rêk û pêk dibin nexweşxaneyê cih digirt, lê rastiya wê ne wisa ye.    BANGA TÊKOŞÎNÊ    Dayik Morsumbul, diyar kir ku beriya 2 hefteyan çûbû hevdîtina kurê xwe û wiha got: “Dema min Eser dît rengê wî spî bû û destên wî pir sar bûn. Dema min got ‘Eser çima destên te evqas cemidî ne’ ji min re got ‘Di laşê min de xwîn nîne, hestiyên min gelek diêşin ez nikarim rûnim’. Ez dixwazim dengê xwe ragihînim lê muxatabekê nabînim. Nexweşiya Eser gelek pêşve çûye. Di hestiyê pişta wî de girseyek heye. Eger ev mezin bibe, wê xwîn jê bê. Ev jî ji bo jiyana wî xetereyeke mezin e. Ev yek bi awayekî aşkere dide nîşan dan ku ciwanên me yên kurd ên elewî terkî mirinê dikin. Ev hikumet bi zanebûn dike. Daraz jî dozger jî dadger jî li nava çavên me dinerin û cezayan li zarokên me dibire. Divê herkes li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bibe dengek.”   Di hevdîtina 7’ê Çileya 2022’yan de parêzerê wî ragihand ku Morsumbul ji wî re gotiye ku mafê wî yê dermankirinê hatiye astengkirin.