Li tenişta taxê depoya dînamîtan hat avakirin 2022-01-14 09:01:40 MERSÎN - Şêniyên Taxa Buyukecelî ya navçeya Gulnar a Mêrsînê, ji ber depoya dînamîtan diqilqilin.  Li Taxa Buyukecelî ya navçeya Gulnar a Mêrsînê depoya dînamîtan hat avakirin. Depoya dînamîtê ku ji aliyê Fîrmaya Ozaltin Înşaatê ve hatiye çêkirin, ji bo şêniyên taxê hem talûkeyeke mezin dide der hem jî ji bo rêya ber bi depoyê ve bi sedan dar hatin jêkirin. Şêniyên taxê ku ji bo vê depoya nêzî erdên wan û baxçeyên wan ên zeytûnan hatine çêkirin doza alîkariyê li rayedaran kirin, bang li rêxistinên hawidroê jî kirin.    RÊYEK NÛ ÇÊKIRIN   Fîrmayê berê jî li taxê erdê kesekî kirê kiribû depo çêkiribû. PIştî xwediyê erd jê xwestibû ku depoyê rake, vê carê çû qadeke daristanê ji Midûriyeta Daristanê kirê kir û li vira depoya dînamîtê ava kir. Gava depo nû hat çêkirin, wesayîtên kar di nav taxê re diçûn depoyê. Lê piştî ku şêniyên taxê bertek nîşan dan, fîrmayê ji bo depoyê rêyek nû çêkirin û ji bo vê rêyê jî bi sedan dar birîn.    ŞÊNIYÊN TAXÊ NERIHET IN   Şêniyên Taxa Buyukelcî, ji ber depoyê, makîneyên kar ên di nêzî wan re diçin û tên nerihet in. Şêniyên taxê anîn ziman ku depoya dînamîtê ji bo wan talûkeyek mezin e û teqîna li fabrşkeya fîşekên hewayî ya li Sakaryayê bibîr xistin.    ‘10 SAL DESTÛR HATIYE DAYÎN'   Piştî bertekan Midûriyeta Daristanê daxuyaniyek dabû. Midûriyetê di daxuyaniya xwe de diyar kiribû ku 10 sal destûr dane depoyê û li derdora wê xetereya şewatê jî di nav de ji bo hemû xetere û talûkeyan tevdîr tên girtin.    MA / Selman Guzelyuz