Jinên êzidî li dijî êrişan rêxistinbûyîna modela xweseriyê xurt dikin 2022-01-14 09:01:34 NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Komîteya Dîplomasiyê ya TAJÊ Delîla Suham Şengalî, têkildarî pêngava xwebirêxistinkirina jinên êzidî de ku li gund û taxan tê kirin, axivî û got: "Jin pêşengtiya modela xwerêveberiyê û neteweya demokratîk dikin. Êrişên tên kirin, li dijî pergala xwerêveberiyê tên kirin. Lê dê nikaribin pêşî ki ber vê bigirin, çimkî em xwe birêxistin dikin." Tirkiyeyê di 23'ê Nîsanê de li dijî herêmên Avaşîn, Zap û Metîna yên Herêma Kurdistana Federe ji hewayî û bejahiyê ve operasyon dan destpêkirin. Her wiha Tirkiyeyê bi vê operasyonê re li dijî Wargeha Mexmûrê û Şengalê jî êrişên hewayî pêk anîn. Di vê çarçoveyê de balafirên şer ên Tirkiyeyê di 16’ê Tebaxê de sûka Şengalê bombe kirin û di vê êrişê de Fermandarê YBŞ’ê Saît Hesen û biraziyê wî Îsa Xwedêda jiyana xwe ji dest dan. Di 17’ê Tebaxê de jî Tirkiye nexweşxaneya Gundê Sikêniyê yê Şengalê bombe kir. Di vê êrîşê de jî 4 xebatkarên tenduristiyê û 4 endamên YBŞ’ê jiyana xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn. Herî dawî di 7 û 11'ê Kanûnê de jî  li dijî bajaroka Xanesorê ya Şengalê du êrişên hewayî pêk anîn. Di van êrişan de jî Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Mervan Bedel jiyana xwe ji dest da û 2 zarokên wî jî birîndar bûn. Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hê jî ji bo van êrişan deng ji xwe neaniye.    Ji aliyekî metirsiya DAIŞ'ê ya li ser herêmê dewam dike, ji aliyekî ve jî Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) erîşên xwe yên li ser herêmê didomîne. Lê tevî hemû gef û erîşan jî civaka Êzidî xwe bi rêxistin dike û di xwerêvebirinê de israr dike û ji vê israra xwe paş d egav navêje. Rêxistinbûyina ku bi pêşengiya jinan pêk tê li dijî erîşeke gengazedibe mertal. Jin li dijî erîşan xwe perwerde dikin û parastina cewherî birêxistinê dikin. Endama Komîteya Dîplomasiyê ya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Delîla Suham Şengalî têkîldarî xweparastin, birêxistinkirina jinan û erîşên li ser Şengalê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.    XEBATÊN RÊXISTINKIRINÊ DIDOMIN   Delîla Suham Şengalî, bal kişand ser xebatên TAJÊ û anî ziman ku ew di her şert û mercan de xebatên xwe yên birêxistinkirina jinan didomînin û wiha axivî: "Piştî fermanê TAJÊ xwe di nava civaka êzidî de bi rêxistin kir. Di heman demê de sal bi sal xebatên xwe yên birêxistinkirinê mezin kirin. Jixwe di sala derbasbûyî de jî di qada siyasî, dîplomasî û parastinê de xebateke berfireh da meşandin. Bi taybetî jî niha li Şengalê polîtîkayên qirêj tên meşandin. Civaka êzidî niha di merheleyeke hesas re derbas dibe. Herî zêde bi taybetî jî li Şengalê xebateke birêxistinkirinê tê meşandin. Gund bi gund, tax bi tax hewldanek heye ku hemleyeke birêxistinî bê destpêkirin. Li hemberî êrîşan tişta ku herî girîng rêxistinbûyin û yekitiya jinan e. Di kesayeta jinan de tişta herî pêwîst şiyarbûna civakê ye. Ji bo wê di aliyê dîplomasiyê de têkildarî êrîşên li ser Şengalê, girîngiya yêkitiya jinan, li dijî erîşan yek helwestî û xwegihandina jinên derve xebateke bi vî rengî li pêşiya me ye. Li dijî van erîş û planên li ser Şengalê xebatên me yên rêxistinî didomin. Ji bo wê jî me xwe gihand rêxistinên jinan ê derveyî welêt û xebatên li ser yekitiya jinan didin meşandin."    PERWERDEHIYA XWEPARASTINÊ   Şengalî, bilêv kir ku rêxistinkirina jinan bersiva herî watedar e li hemberî erîşan û wiha domand: "Em TAJÊ her sal dem bi dem perwerdeya zimanê dayikê didin jinan. Her wiha li vir perwerdehiya zimanê dayikê ya ji bo zarokan jî heye. Di heman demê de dibistanên bi zimanê dayikê hene. Di van dibistanan de jî jin wekî mamoste cihê xwe digirin. Bêgûman xebatên perwerdehiyê di Şengalê de bi taybetî ji bo jin û zarokan gelek girîng in. Ji bo wê jî xebatên perwerdehiya ziman û rêxistinî bi hev ve girêdayîne. Dema ku jin tê birêxistinkirin, tê şiyarkirin dikeve nava civakê. Dema ku wisa bibe jin dikare derdora xwe jî biguherîne. Perwerde ne tenê di aliyê ziman de, di aliyê parastinê û di aliyê siyasî de jî tên dayin. Di sala derbasbûyî de qadên ku em tê de kêm mayîn dixwazin temam bikin. Dixwazin ku perwerdehiyên xwe hin bêtir xurt bikin. Heta ku em bikaribin em dixwazin jinên derdora xwe jî beşdarî van perwerda bikin. Mijara ku herî zêde em li ser sekînin jî ev e. Perwerdehiyên me wê bi vî şeklî bidomin."   'JIN PÊŞENGIYA MODELA XWERÊVEBIRINÊ DIKIN'   Şengalî, destnîşan kir ku modela ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daye nîşandan li Şengalê pêk tê û lewma Şengal dibe hedefa erîşan. Şengalî got: "Erişên dewleta tirk piştî fermanê pêk hatin. Ji fermanê heta niha erişên wan berdewam dikin. Ji sala 2017'an heta îro erişên wan didomin. Bêgûman ev eriş li ser Rojavayê Kurdistanê û Mexmûrê jî tên kirin. Bi taybetî jî li ser herêmên ku rêveberiya xweser tê de hatine avakirin tên kirin. Jin pêşengiya modela rêveberiya xweser a demokratîk û neteweya demoratîk dike. Ev eriş rasterast li dijî rêveberiya xweser in. Dema ku hedef dibe rêveberiya xweser raste ast jin hedef tên girtin. Ev eriş li dijî îrade, xwebûn û azadiya jina ye. Ev eriş li dijî pergala ku jin pêşengtiyê jê re dike bi xwe ye. Ji ber vê yekê ev eriş bandora xwe li ser tevahiya civakê dike. Ev êriş di heman demê de rê li ber vegera êzidiyên ku weke koçber di konan de dimînin digire. Di van koneyan de jî kesên ku herî zêde zehmetiyê dikêşîne jin in. Ji ber ku ji xwedîkirina zarok bigire heta malê jin berpirsyarê her tiştî ye. Ango ev eriş dibin sedemêa demdirêjkirina koçberiyê. Eriş bi vî rengî jî bandorê li ser jinan dikin. Ferq û cudahiya di navbera erişên dewleta tirk û DAIŞ'ê de tune ne. Ji ber ku DAIŞ jî rasterast jinên êzidî dikirin hedef. Di erîşên Tirkiyeyê de jî em dibînin ku jin hedef tên girtin. Bandorê li ser tevahiya civakê dike. Lê bi taybetî bandora wê li ser jinan heye. Ji ber ku kesên ku civakê perwerde dike û ji civakê re pêşengiyê dike jin e. Hedefgirtina pêşengên civaka êzidî nîşanî me dide ku nikarin îradeya heyî têk bibin û bişkînin."    'DAIŞ TÊK ÇÛ Û ERÎŞ ZÊDE BÛN'   Şengalî di berdewamiya axftina xwe de got: "Piştî berxwedaneke bêhempa DAIŞ di aliyê fizîkî de têk çû. Piştî têkçûyina DAIŞ'ê êrişên dewleta tirk zêde bûn. Di heman demê de li Iraq û Suriyeyê şaneyên veşartî yên DAIŞ'ê ji nû ve zindî dibin. Di sala derbasbûyî de 108 caran eriş pêk anîne. Di van erişan de bi sedan kesan jiyana xwe ji dest da û birîndar çêbûn. Ev eriş di roja me ya îro de jî didomin. Dibe ku li ser Şengalê jî erişeke bi vî rengî pêk were. Di serî de bihêzkirina YBŞ û YJŞ'ê heye. Li hemberî van erişan şiyarbûn û perwerdehî gelek girîng e. Em encax bi vî şêwazî dikarin xwe biparêzin. Ji ber ku beriya fermanê di nava civakê de perwerdehî nebû û jin nezan bûm. Jin di nav parastinê de tune bûn û hêzeke ku civaka êzidî biparêze nebû. Lê niha ne wisa ye. Civak di pêşengtiya jinê de hatiye perwerdekirin û civak şiyar bûye. Ji bo wê jî amadekariya herî xurt ew e ku civak bi ruheke berxwedêrî li hemberî van erişan bisekine. Xwebirêxistinkirin û perwerdekirin wê bikaribe rê li ber van erişan bigire."   XWERÊVEBIRÎ   Şengalî, diyar kir ku modela xwerêvebirinê rizgariya gelên cîhanê ye û got: "Jinan ji civakê re mamostetî kiriye. Jin civak bi xwe ye. Em bi vî rengî nêzikî hebûna jinê dibin. Li dijî pergalên kapîtalîst û desthilatdar jinan fikir û ramanên birêz Ocalan ji xwe re hilbijartine. Bi taybetî jî li Rojava, Mexmûr û Şengalê di pêşengtiya jinan de ev fikir û raman tên avakirin. Projeya xweseriya demokratîk projeya birêz Ocalan e û li Şengalê jin ji bo bihêzkirina vê projeyê di nava tekoşînê de ne. Ev eriş jî li dijî vê pergalê ne. Ev proje ji gelan re mifteya  çareseriyê ye. Ji ber wê ji vê projeyê û hêza jin û ciwanan ditirsin. Bangawaziya me jinan ew e ku pêwîst e ku em li dijî siyaseta qirkirin, koçberkirin, erişan û planên qirêj xwedî li hev derkevin, yekîtiya xwe xurt bikin û projaya reveberiya xweser a birêz Ocalan bi ser bixin."    MA / Zeynep Dûrgût