ROJEVA 14'Ê ÇILEYA 2022'YAN 2022-01-14 09:00:16 * Nûnerê HDP'ê yê Hewlêrê Hikmet Hatîp diyar kir ku polîtîkayên dersînorkirinê yê ku PDK'ê li herêmê li hemberî siyasetmedar û endamên wan bi rê ve dibe bi daxwaza Tirkiyeyê pêk tê û got: "Bi van kirinan dixwaze ku alîkariyê bide Tirkiyeyê. Tu ferqa AKP û PDK’ê ji hev tune ye.”  * Malbatên ku ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin 60 roj in li Baroya Amedê nobedê digirin, diyar kirin ku heya daxwazên wan pêk bên dê çalakiya wan bidome.    * Şêniyên Taxa Buyukecelî ya navçeya Gulnar a Mêrsînê, ji ber depoya dînamîtan diqilqilin.    *  Mûstafa Boyukê ku di çarçoveya Doza Kobanê de bi sifetê mexdûr îfadeya wî hatiye girtin, di îfadeya xwe de gotiye ji bo zirara wî ya bi qasî 846,5 TL'yî bê dayîn ku pê makîneya dawerivandina hinguv kiriye, dixwaze tevli dozê bibe.    * Hevserokê Ferat Derê ya Semsûrê Şerîf Yilmaz, detsnîşan kir ku ziman hebûna gel e û got: "Ferat Der, dibistana Semsûrê ye."    * Endama Komîteya Dîplomasiyê ya TAJÊ Delîla Suham Şengalî, têkildarî pêngava xwebirêxistinkirina jinên êzidî de ku li gund û taxan tê kirin, axivî û got: "Jin pêşengtiya modela xwerêveberiyê û neteweya demokratîk dikin. Êrişên tên kirin, li dijî pergala xwerêveberiyê tên kirin. Lê dê nikaribin pêşî ki ber vê bigirin, çimkî em xwe birêxistin dikin."   * Hesîna Guler li pey têkoşîna edaletê ye. Lawek wê di şer de jiyana xwe ji dest daye. Lawek wê Û hevjînê wê jî girtî ne. Yek ji wan dayikên ku pêşengiya Nobeda Edaletê dike ye. Guler dixwaze cîhanek azad û xweş çêbibe.    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar wê di roja 312'emîn de berdewam bike.    * Danişîna ewil a doza êrişa di 12'ê Gulanê de li dijî Malbata Dedeogullari ji aliyê malbata Çalik û Keleş ve pêk hatibû wê li Dadgeha Konyayê were lidarxistin. (09.00)   * Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran wê li Navenda Giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)   * Xwendekarên Zanîngehê wê ji bo Enes Kara yê întîhar kir li Stenbol û Amedê daxuyaniyê bidin. (12.30-19.00)   * Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan wê li Amed û Wanê berdewam bike. (13.00-16.00)   * Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), wê li Navenda Çanda Mezopotamyayê ya li Stenbolê bi malbatên girtiyan re bicivin. (14.00)