NÇM'ê Sersal pîroz kir 2022-01-13 21:58:46   STENBOL - NÇM'ê "Sersal"ê bi stran û govendgerandinê pîroz kir.    Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM), li avahiya xwe ya li Beyoglû ya Stenbolê bi boneya "Sersalê" şahiyek li dar xist. Dengbêj Xanî Qereyazî, Mihemdê Ferhadî, Xalîde, Bedreddîn Ebasî, koma muzîkê Koma Golgedekîler û hunermend Mervan, Denîz Esmer, Genim, Nûrcan Degîrmencî û Rûken Yilmaz tevli şahiyê bûn.    Hunermendê NÇM'ê Talat Yeşîl, temî kir ku sala nû ji bo gelê kurd bibe sala azadiyê û sersala her kesî pîroz kir.    Paşê di şahiyê de ji bo deqeyekê rêz hat girtin. Bi dû re dengbêj û hunermendan dest bi kilam û stranên xwe kirin. Kesên tevli şahiyê bûn bi kilam û stranan govend gerandin.   Her wiha di şahiyê de zûgotinok jî hatin gotin. Ji beşdaran kesên tevli zûgotinakan bûn, roman û çîrokên kurdî diyarî wan hatin kirin.