Li Efrîn û Serêkaniyê teqîn 2022-01-13 21:00:53   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Efrînê û Serêkaniyê, teqînine dijwar çêbûn.    Li navenda Efrînê teqîneke mezin çêbû. Nehat zanîn bê teqîn ji ber çi çêbûye. Îro danê sibehê li Ezazê wesayîteke aydê çeteyên DAIŞ'ê hatibû teqandin û piştî wê li El Babê teqînek çêbûbû.   Li Taxa Miheta ya Serêkaniyê jî teqîneke dijwar çêbû. Nehat hînbûn bê teqîn ji ber çi çêbûye. Hat diyarkirin ku ji ber teqînê ziyanek maddî çêbûye.