Li Silopiyayê mirineke biguman 2022-01-13 18:30:16     ŞIRNEX - Li Silopiyayê jina bi navê Hanim Kûtlûk, li mala xwe bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest da.    Li navçeya Silopiya ya Şirnexê jina bi navê Hanim Kûtlûk (20) bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest da.    Kûtlûka ku mala wê li Taxa Şehîd Harûn Boy e û hat zanîn zewicandiye, li malê bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest da. Koma tenduristiyê ya hat cihê bûyerê, cenazeyê Kûtlûkê rakir Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê ji bo otopsiyê.   Hat hînbûn ku piştî otopsiyê dê cenazeyê Kûtlûkê li Silopiyayê bê definkirin