Polîsan teblîxata ‘qaçax’ bi derî ve daliqand 2022-01-13 13:32:04   AMED - Teblîxata danişînê ku nav û hejmara nasnameyê ya siyasetmedarê kurd Salîh Akdogan û yên pê re tên darizandin hebû li deriyê mala lê dima hat daliqandin.   Siyasetmedarê kurd Salîh Aydogan û hin siyasetmedarên din bi hev re ji dozekê tên darizandin. Beriya danişîna Akdogan û yên din li deriyê mala lê dima tebxlîxata gazîkirina rûniştina dozê hat daliqandin. Polîsan vê tebxlîxatê daliqandiye û têde nav û hejmara nasnameyên wan cih digire. Polîsan ji bo kes teblîxatê jê neke dergevan hişyar kiriye û xwestiye her roj were kontrolkirin. Di teblîxadê hatiye gotin heke beşdarî danişînê nebin wê biryara “qaçaxiya” wan were dayîn. 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê vê darizandinê birêve dibe.