Doza rojnamevan Çîçekçî hat taloqkirin 2022-01-13 13:09:03   STENBOL - Dadgehê biryar da ku rojnamevan Ziya Çîçekçî yê ji ber parvekirinên li ser medya dîjîtal tê darizandin, bi darê zorê bînin danişînê.    Rojnamevan Ziya Çîçekçî bi hêceta ku li ser medya dîjîtal di sala 2017’an de nûçeyên Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê parve kiriye, bi îdiaya “propaganda rêxistinê kiriye” tê darizandin. Danişîna 8’emîn a doza Çîçekçî duh li 33’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana Stenbolê hat lidarxistin. Çîçekçî beşdarî danişînê nebû.    Dozger mutalaya xwe dubare kir û xwest Çîçekçî bi darê zorê bînin danişînê. Dadger daxwazê qebûl kir û biryar da ku Çîçekçî bi darê zorê bînin dozê û danişînek din taloqî 11’ê gulanê kir.