Kekê Kemal Kûrkût: Qisûr kurdbûn e! 2022-01-13 09:49:30   MELETÎ - Ercan Kûrkût bertek nîşanî sûcdarkirina birayê xwe Kemal Kûrkût a weke "çalakgerek êrişkar" da û ev tişt got: "Li vî welatî qisûr kurdbûn e! Heke tu kurd bî tu biqisûr î!"   Kemal Kûrkût, di sala 2017'an de li Amedê di pîrozbahiyên Newrozê de ji aliyê polisan ve hat kuştin. Bi hinceta "Qisûra xizmetê" malbata Kûrkût doza tazmînatê li Wezareta Karên Hundir vekiribû. 3'emîn Dadgeha Îdareyê ya Amedê, malbata Kûrkût mafdar dîtibû û biryar dabû ku Wezareta Karên Hundir 256 hezar tazmîbat bide malbata Kûrkût. Parêzerên Wezareta Karên Hundir vê biryarê li Dadgeha Îstinafê ya Herêmê ya Dîlokê îtîraz kiribûn. 3'emîn Daîreya Dadgeha Îstinafê ya Herêmê ya Dîlokê, vê îtîrazê nirxand û biryara dadgeha herêmî xera kir û Kûrkût weke "çalakgerek êrişkar" sûcdar kir.      Kekê Kûrkût Ercan Kûrkût, derbarê biryara ku hatiye dayîn de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û nirxandinan kir. Kûrkût, bi bîr xist ku birayê wî li ber çavê raya giştî hatiye kuştin û bi van gotinan bal kişand ser doza Kûrkût: "Di pêvajoya dozê de rexmî ku me bi sedan delîl pêşkêş kir jî polisê kujer beraet kir. Ew polis peywira xwe didomîne. Di berdewamê de me doz li gelek saziyan jÎ vekir û tu encam negirt. Tenê di doza ku me bi hinceta "Qisûra xizmetê" li Wezareta Karên Hundir vekiribû de biryara 256 hezar tazmînatê derket. Lê dadgeha îstinafê jî vê biryarê xera kir. Dadgehê Kemal "biqisûr" dît."   'QISÛRA ÎDAREYÊ NÎNE!   Di berdewamê de Kûrkût, bal kişand ser biryara ku dadgeha îstinafê daye û ev tişt anîn ziman: "Desteserkirina dîmenên ku piştî kuştina Kelam rojnamegeran girtiye weke qisûr nehat hesibandin. Dîsa daxuyaniya Walîtiya Amedê "bombeyeke zindî ku hewl da bikeve qadê hat bêbandorkirin" weke qisûr nehat hesibandin. Îşkencekirina cenaze ya Şaredariya Battalgazî, nedayîna konê şînê, darbest, cihê goristanê weke qisûr nehat hesibandin. Kemalê ku ev tişt hatin serê wî "biqisûr" hat dîtin. Dewlet bi vê biryarê ev tişt tîne ziman: Li vî welatî qisûr kurdbûn e! Heke tu kurd bî tu biqisûr î!"   'JI BO KUJER CEZA BIGIRIN...'   Kûrkût, got ku heta edalet pêk bê wê dozê bişopînin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Weke malbat em ê şopdarê vê dozê bin. Em çi dikin bikin, em ê Kemal paşve neynin. Derdê me neqetilkirina hin Kemalên din e. Em ê êdî ji bo kesên bêguneh ku li nîveke kuçeyan ji aliyê polisan ve tên kuştin têbikoşin. Êdî em ê ji bo kujer di van dozan de ceza bigirin xebat bikin. Em e heta dawiyê şopdarê vê dozê bin. Em  spasiya parêzer, parlamenter û gelê kurd ê hêja ku di vê pêvajoyê de li cem me bûn dikin."   MA / Emrûllah Acar