Dayika ku cilên kurê xwe yên şewitî wergirt: Dîsa birîna min vekirin 2022-01-13 09:25:22   ŞIRNEX - Agît Akil ê ku di sala 2015'an de di qedexeya derketina derve ya Cizîrê de hatibû qetilkirin piştî 6 salan şûn de qereqolê gazî dayika wî kir û pantolek, swêterek, kembereke a şewitî û perçekirî û li gel 52 TL û 750'î lîre dan dayika wî. Dayika Akil bertek nîşanî vê yekê da û wiha got: “Dîsa birîna min vekirin. Perçeyên zarokên me jî bi vî awayî kirin poşetan û avêtin."   Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di navbera salên 2015-2016'an de, di qedexeyên derketina derve de 288 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Ji  wan 177 kes di 3 jerzemînên cuda de jiyana xwe ji dest dan. Yek ji van kesên ku hatiye qetilkirin jî Agît Akil ê 16 salî bû. Bi mehan şûn cenazeyê Akil dan malbatê. Lê belê malbata wî hîn jî qebûl nake ku cenazeyê zarokên wan e. Piştî ku 6 sal di ser qetilkirina Akil re derbas bûn, di 11'ê Çile de qereqola polîsan telefonî dayika wî Guler Akil (45) kir û jê re gotiye, “Werin emanetê xwe hildin.” Piştî gazîkirina qereqolê Guler Akil çû qereqolê. Polîsan swêterek, pantorek û kemberek yên perçekirî û şewitî bi tevî 52 lîre û 75 qirûş pere radestî dayika wî kirin e. Akil diyar kir ku ew ê tu carî vê yekê qebûl neke û ew ê wan kincên şewitî û perçekirî dê bibe Enqereyê.     CENAZEYAN TEVLÎHEV KIRIN E    Akil bi lêv kir ku ew cenazeyê ku radestî wê kirine bawer nake ku cenazeyê kurê wê be û wiha axivî: "Ev 6 sal in di ser qedexeya derketina derve re derbas bûn. Di vê qedexeyê de zarokên me jiyana xwe ji dest dan. Em nizanin ka çi hat serê zarokên me. Cenazeyên  wan tevlîhev kirin. Her kesî cenazeyê yekî dibir. Ne tenê cenazeyê kurê min bi sedan cenaze tevlî hev bûn. Kesekî nezanî ka çawa çêbû. Min bi xwe jî cenazeyê kurê xwe neditiye. Kurê min li ku hatiye qetilkirin û cenazeyê wî li ku ye nizanim. Piştî çend meh derbas bûn, gotin werin cenazeyê xwe bibin. Pişt re ji me re gotin, 'Cenazeyê we malbatekî biriye'. Wê malbatê jî nizanibû ku ew cenaze yê wan e yan na. Xwezûrê min got, 'Guneh e em rehetsiz nekin bila cenaze bimîne'. Jana her tiliyê heman e. Jana hemûyan di dilê min de ye. Ez ne tenê ne ji bo kurê xwe ji bo wan cangoriyan hemû dilê min diêşe.”    'JANA MIN JI NÛ VE DEST PÊ KIR'   Akil, da zanîn ku piştî 6 sal derbas bûne ji nû ve qereqolê gazî wê kiriye û wiha domand: "Ev 6 sal û 2 meh in di ser qedexeya Cizîrê re derbas bûn. Qereqola polîsan li min geriya. Ji min re got, 'Tiştê we li vir in werin hildin’. Heta ku emrê min hebe ez ê vê yekê ji bîr nekim. Poşetê ku pantorê wî, swêter, kembera wî a şewitî û perçekirî 52 lîre û 75 qirûş pere dane min. Çi ji van cilan kiribin heman tiştî anîne serê zarokên me jî. Hovîtiyek wiha nehatiye dîtin. Êşa min dîsa dest pê kir. Weke ku min nû cenazeyê kurê xwe dît. Ji duh heta niha ez mirî me. Ez nikarim biaxivim. Ez ewqasî diêşim. Ez ê çi ji van bikim? Tu kes nizane ku ev dewlete çi tişt e. Piştî 6 salan hûn van didin min, ez ê çi ji van bikim? Weke ku kurê min nû qetilkirin e hîs dikim. Jana min ji nû ve dest pê kir.”    'PERÇEYÊN ZAROKÊN ME JÎ DABÛN ME’    Akil, anî ziman ku ew cilên radestî wê hatine kirin ew ê bibe Enqereyê û got: “Dilê min careke din şewitandin. Ez vî tiştî qet qebûl nakim. Ez ê van bibim Enqereyê. Ev ne misilmaniye û ne jî însanî ye. Kî vî tiştî dike? Lawê min beriya şehîd bikeve ehliyeta xwe wergirtibû. Nasnameya wî, ehlîyeta wî û pereyê wî di berîka wî de bûne. DAIŞ anîn Cizîrê û zarokên me bi destê wan hatin kuştin. Kurê min hêj zarok bû. Birîna min dîsa vekirin. Heta ku ez van nebim Enqereyê ez nasekinim. Perçeyên zarokên me jî bi vî awayî kirin poşetan û avêtin."   MA / Zeynep Dûrgût