Li Şirnexê 2 kes hatin girtin 2022-01-12 19:53:25       ŞIRNEX - Li Şirnexê ji 6 kesên sewqî dadgehê hatin kirin 2 kes jê hatin girtin û 10 kesên li midûriyeta polîsan jî dema binçavkirina wan 4 rojên din jî hat taloqkirin.    Ji kesên di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê de li Cizîr, Hezex, Silopiya, Bêşebab û Sêrtê hatibûn binçavkirin, 6 kes jê danê êvarî piştî îfadeya li Midûriyeta Polîsan a Şirnexê sewqî dozgeriyê hatin kirin.   Azîz Sonmez, Hasan Aydin, Medya Hezar, Îsmaîl Nerse, Agît Işikli û Îdrîs Kayaalp piştî îfadeya li midûriyeta polîsan sewqî Edliyeya Şirnexê hatin kirin.    Dozgeriyê her şeş kes sewqî Dadgeha Ceza ya Sulhê kirin. Dadgehê rêvebirê Komeleya Ziman û Çandê Azîz Sonmez û Hasan Aydin girtin û Medya Hezar, smaîl Nerse, Agît Işikli û Îdrîs Kayaalp jî bi şertê kontrola edlî beerdan.    Her wiha dema binçavkirinê ya 10 kesên li midûriyeta polîsan di binçavan de ne jî, 4 rojên din hat taloqkirin.