Gergerlîoglû têkildarî kuştina Elnaîf pêşniyazpirsek da ber wezaretê 2022-01-12 19:14:05 STENBOL- Parlamenterê HDP'ê Omer Farûk Gergerlîoğlu, têkildarî mirina penaberê sûriyeyî Naîf Elnaîf pêşniyazpirsek berpêşî Wezîrê Karên Navxweyî kir. Gergerlîoglû, ji Wezîrê Karên Navxweyî pirsî çima têkildarî vê êrişa nişadperest de tu daxuyanî nedaye.  Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû, têkildarî qetilkirina paneberê sûriyeyî Naîf Elnaîfê 19 salî ku di 10'ê Çileyê de li mala xwe ya li Taxa Yenîdogan a navçeya Bayrampaşa ya Stenbolê ji hêla komek nijadperest ve hatibû kuştin, pêşniyazpirsek berpêşî Wezîrê Karê Navxweyî kir.    Gergerlîoglû, di pêşniyazpirsa xwe de li aqûbeta kesên Elnaîfî kuştine pirsî û ji Wezîrê Karê Navxweyî Suleyman Soylû pirsî ku çima têkildarî vê êrişa nîjadperest tu daxuyanî nedaye.   Gergerlîoglû, di pêşniyazpirsa xwe de ev pirs ji Wezîrê Karên Navxweyî pirsîn:   "* Bi navê 'Ataman Kardeşliği’ û '515 Haşimi” komeke nijadperest heye yan na? Ger hebe, we têkildarî vê tiştek kiriye yan na? Gelo ev kom wekî “Ku Klux Klan”ê ne? Îdiayek bi vî rengî heye; ji bo bertek ji Wezareta Karên Navxweyî re neyên nîşandan, we xwe ji bo van koman li nedîtinê daniye, ev rast e yan na?   * Tê gotin, penaberê sûriyeyî Naîf Elnaîfî ji singa xwe hatiye kêrkirin û ji ber vê jiyana xwe ji dest daye. Ev îdia rast e yan na? We têkildarî kuştina Elnaîfî tu lêpirsîn dane destpêkirin yan na?   * Kesên ku Elnaîfî kuştin hatine girtin an na? Tê gotin ji van kesan yek jê êlegê polîsan lê bûye, ev rast e yan na?   * Li Îzmîrê 3 penaberên sûriyeyî hatin şewitandin. Tê gotin ku ji ber ku îqtidarê ji bo vê tevdîr negirtine, ev qetilkirin çêbûye? Ev rast e yan na?   * Tê gotin piştî daxuyaniyên Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Umît Ozdag û Şaredarê Bolûyê Tanjû Ozcan ên têkildarî penaberan, kiryar cesaret girtine. Têkildarî vê tu lêkolînên we hene yan na?   * Çima we têkildarî vê mijarê daxuyanî nedan, ji bo li hemberî penaberan êrişên bi vî rengî çênebin?   * Ji bo ewlehiya penaberan çi tevdîr û planên Wezareta Karên Navxweyî hene?   * Di 5 salên borî de li Tirkiyeyê çend penaber mirine?   * Di 5 salên borî de têkildarî vê derbarê çend kesan de lêprisîn hatine detspêkirin? Ji kesên ketine ber lêpirsînan, çend kes hatine cezakirin?    * Di 5 salan de di çarçoveya qanûna ceza ya tirk a 216'an de ji ber tehrîk, dijminatî, biçûkxistin û heqaretê çend lêpirsîn hatine kirin? Ji kesên ketine ber lêprisînan çend kes hatine cezakirin? Tê gotin tenê kesên muxalifê îqtidarê tên cezakirin, ev rast e yan na?"