Li dijî nijadperestiyê banga ji bo têkoşîna hevpar 2022-01-12 18:44:28   HATAY - Komîsyona Dijî Nijadperestî û Cihêkariyê ya ÎHD a Şaxa Hatayê, li dijî nijadperestiya li seranserê welêt zêde bûye ji bo têkoşîneke hevpar bang kir.    Komîsyona Dijî Nijadperestî û Cihêkariyê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Hatayê, têkildarî êrişên nijadperest ên li sreanserê welêt zêde bûne li avahiya komeleyê daxuyaniyek da. Endamê Komîsyona Dijî Nijadperestî û Cihêkariyê ya ÎHD a Şaxa Hatayê Selman Altinozu metna daxuyaniyê xwend. Altinozu, destnîşan kir ku di 10 rojên ewil ên meha Çileyê de li çar hawirdorên welêt gelek xeberên têkildarî êrişên nijadperest, lînçkirin, nefret û heqaretê belav bûne.    Altinozu, bal kişand ser êrişên nijadperest ên li hemberî kurdan jî û got: "Têkoşîna dijî nijadperestiyê, têkoşîna ji bo mafên mirovan e. Têkoşîne man û nemanê ye. Em Komîsyona Dijî Nijadperestî û Cihêkariyê ya Komeleya Mafên Mirovan, em bang li hemû kesên dibêjin em mirov in û qîmetê didin jiyana mirovan dikin ku li dijî nijadperestiyê bitêkoşin."