Hevalê Elnaîf: Li ser êrişkarekê kincên polisan hebûn 2022-01-12 16:27:14 STENBOL - M.A. ku bi penaberê sûriyeyî Naîf Elnaîf ê di encama êrişeke nîjadperest de jiyana xwe ji dest dabû re li heman malê dima, diyar kir ku li ser êrişkarekî kincên polisan hebûne.  Penaberê sûriyeyî Naîf Elnaîf (19) ku beriya 4 mehan ji Îdlîbê hatibû Tirkiyeyê û li fîrmayeke qartonan dixebitî, li navçeya Bayrampaşa ya Stenbolê li mala ku lê dima ji aliye komeke nîjadperest ve hat kuştin. Esnafên taxa Yenîdogan a Bayrampaşayê ku Elnaîf lê hat kuştin, diyar dikin ku beriya niha jî êrişên bi heman rengî li taxê pêk hatine. Li gorî niştecihên taxê, li navçeyê komeke nîjadperest heye û timik penaberên sûriyeyê ji xwe re dike hedef. Lê rexmî êrişên ku dikin jî heta niha derbarê vê komê de tu lêpirsîne nehatiye destpêkirin.      12 KES LI HEMAN MALÊ DIMÎNIN   Piştî hevdîtinên xwe yên bi esnafên taxê re em çûn mala ku Elnaîf lê hat kuştin û careke din çavdêriya qewimandina şeva ku Elnaîf hatiye kuştin kir. Li mala ku ji eywanek û 4 odeyan pêk tê 12 kes dimînin. Li odeya Elnaîf ku 2 renze hene bi giştî 4 kes diman. Hevalên wî dibêjin ku Elnaîf li ser qenepeyeke li odeyê raketiye. Piştî bûyerê 2 pismamên Elnaîf çûne Îdlîbê û kesên din ên li malê jî ji neçarî derbasî cihekî din bûne.   Hevalê Elnaîf M.A. ku ji ber fikarên xwe nexwest navê xwe bide, qewimandinên şeva êrişê kir.    'BERIYA ÇAR MEH Û NÎVAN HAT'   M.A. diyar kir ku şeva êrişê bi Elnaîf re 11 kes li malê bûne û wiha got: "Ji Heleb û Îdlîbê em 12 kes li malê diman. Me malê beriya salekê girtibû. Xizm û pismamên Elnaîf hebûn. Elnaîf jî beriya 4 meh û nîvan ji Îdlîbê hat vir. Êriş saet di 01.20'an de çêbû. Ji ber westandina kar hinek ji me raketîbûn. Hin ji me jî hê şiyar bûn. Elnaîf jî ki ber ku westiyabû li odeya xwe raketîbû. Li derî dan, dema ku me derî vekir gotin 'xwe dirêj bike, xwe dirêj bike, xwe dirêj bike'. Li ser yekî êlekê polisan hebû û biçek bû. Di destê kesekî de jî kêr û di ber wî de bêtêl hebû. Ji ber ku ji me re gotin 'xwe dirêj bike' me jî got qê polis in û me xwe li erdê dirêj kir."   'RONAHIYAN GIRTIN'   Di berdewamê de M.A. destnîşan kir ku êrişkar çawa ketine hundir ronahiyên li malê girtine û ev tişt gotin: "Ji bo ku em wan nebînin û kes kesî nebîne wiha kirin. 2 kes derbasî odeya Elnaîf bûn. Pir neman û ji malê derketin. Jixwe 5 deqe li malê man. Piştre pismamê Elnaîl çû odeyê û ronahiyê vekir. Piştre dibîne ku di nav xwîn û xirarê de ye û gazî me kir. Ez pêre daketim xwarê û erebe da sekinandin. Me hewl da ku Elnaîf daxînin xwarê. Dema ku me wî bir hîs kir ku miriye. Me bir Nexweşxaneya Bayrampaşayê. Bijîjk got ku jiyana xwe ji dest daye."   'ELNAÎF RADIKET'   M.A. destnîşan kir ku êriş kar 8 kes bûne û ev agahî dan: "Ji wan êrişkaran hinek ji wan hatine binçavkirin. Me jî hin kesên ku hatibûn girtin teşhîs kir. Li gorî gotinên polisan Elnaîf êrişî wan kiriye. Ji ber wê wî kuştine. Lê Elnaîf westiyabû û radiket. Rewşeke wiha tune ye. Piştî bûyerê kesên li malê amûrên xwe girtin û ji malê derketin. Ez jî ji neçarî derbasî ba xûça xwe bûm. Di demên dawîn de gelek êrişên nîjadperest pêk hatin. Em ji Hikûmeta Tirkiyeyê daxwaz dikin ku êrişên nîjadperestî rawestîne. Em ji bo xebatê û rêyêntina malbata xwe hatine vir. Xesara me li kesekî nabe. Bila ji me re bibine alîkar."   MA / Ferhat Çelîk - Mahmût Altintaş