HDK’ê kampanya da destpêkirin: Hêza me ya guhertinê heye 2022-01-12 15:18:45 ÎZMÎR - Meclîsa HDK’ê ya Îzmîrê, li dijî xizanî û bêkariyê kampanya da destpêkirin û li dijî desthilata vegeriyaye makîneya şer banga têkoşînê kir.  Meclîsa Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a Meclîsê bi diruşmeya “Em ne mehkumî xizaniyê ne, gotina ku em bibêjin û hêza me ya guhertinê heye” kampanya da destpêkirin. Ragihandina kampanyayê bi civîna çapemeniyê ya li avahiya HDP’a bajêr hat lidarxistin, hat kirin. Li eywanê pankarta “Em nikarin debara xwe bikin. Li dijî qeyrana kapîtalizmê têkoşîna hevpar a gelan” hat daliqandin.    Di civînê de ewilî Parlementera HDP’ê Dilşat Canbaz axivî. Canbaz, dazanîn ku di serdemeke ku birçîtî û xizanî zêde bû de bûdçe dîsa bû para dewlemendan. Canbaz, diyar kir ku ji budçeyê para mezin ji şer û çêkirina girtîgehan re hat veqetandin û wiha got: “Ji bo ku hûn bibînin li Tirkiyeyê newekhevî zêde dibe ne hewceye hûn aboriyê bizanin. Li mutbexê li bazarê binêrin bes e. Dema dolar rabû û ket em dizanin qaseyên kê tejî bûn. Em jî dê dengê vê kampanyaya îro ji vir hat destpêkirin, li Meclîsê ragihînin.    Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek jî destnîşan kir ku polîtîkayên desthilatê gelan ditirsîne û wiha got: “Em li dijî qeyranên heyî îro kampanyayekê didin destpêkirin. Heta ku dîktatoriyaya AKP’ê û MHP’ê ji vê axê bê derxistin divê em têkoşîna xwe bi rengekî bêeman bidomînin. Li her cihê em lê rêxistinbûyî ne, divê em xwedî li têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelan derkevin.”   DIVÊ PERGAL WERE GUHERTIN    Pişt re Hevberdevka HDK’ê ya Îzmîrê Fevziye Unal daxuyaniya çapemiyê xwend. Unal diyar kir ku ji sedî 80’yê civakê zehmetiyê dikişînin ku pêdiviyên xwe yên bingehîn bi dest bixin û wiha got: “Tirkiyeyê tu deman evqas pirsgirêka xizaniyê ne jiyabû. Eger em bala xwe bidinê, em qala xizanî, qeyrana aboriyê, kêmbûna debarê, bêkariyê dikin. Xizanî û bêparbûna ku em dikişînin, ne karesateke ku tenê bi rêvebirina şaş a aboriyê dikare bê ravekirin. 'Rejîma' yek zilamî ku di 10 salên dawî de ji aliyê hikûmetê ve hate avakirin, bi giştî xizaniyê hildiberîne. Heta ku 'rejîm' neyê guhertin, xizanî naqede, aborî nikare bê sererastkirin.”   TECRÎD   Unal, dazanîn ku polîtîkayên şer welat xistiye nava xizaniyê û wiha berdewam kir: “Polîtîkaya tecrîdê weke perçeyekê amûrê şer tê birêvebirin. Ev politikaya tecrîdê bandor li hemû civakê kiriye. Dema em li axaftinên AKP’ê û MHP’ê yên dawiyê dinêrin, wisa xuya dike ku wê di politikaya şer de israr bikiln. Ev jî wê xizaniya ku ji niha ve sînorên bêtehamu derbas kiriye kûrtir bike.”   DÊ KOLAN BI KOLAN BIGERIN   Unal, anî ziman ku wê ji îro û pê ve tax bi tax, kolan bi kolan bigerin û daxuyanî bi van gotinan bi dawî kir: “Em ê biqîrin ku em ne mecbûr in û mehkumê vê xizaniyê ne, tiştekî ku em bêjin heye, hêza me heye ku em biguherînin. Di heman demê de em ê hewl bidin bingeha têkoşîna hevpar û berxwedana li dijî xizaniyê bi hevdîtina bi rêxistinên pîşeyî yên kedê yên li Îzmîrê û hemû beşên civakî û siyasî re biafirînin û rê û rêbazên mezinkirina têkoşîna hevpar a li dijî xizaniyê nîqaş bikin. Weke HDK, banga me li gelên me ew e ku vê desthilata bûye makîneya şer, bi hev re bişînin cihê herî rast ê heq dike.”