Doznameya çawişê pispor ê faîlê êrişa zayendî temam bû 2022-01-12 15:08:01   WAN - Derbarê çawişê pispor Talîp Korcan ku êrişa zayendî li 2 zarokan kiribû de bi sûcdariya "Îstimara zayendî ya zarok" doz hat vekirin   Di 25'ê cotmeha 2021'an de çawişê pispor Talîp Korcan, li Wanê êrişa zayendî li 2 xwendekarên lîseyê kiribû. Lêpirsîna ku ji ber vê êrişê derbarê Korcan de hatibû destpêkirin bi dawî bû û dozname hat amadekirin. Doznameya hat amadekirin ji aliyê 5'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Wanê ve hat qebûlkirin. Di doznameyê de derbarê sûcdariya "Îstimara zayendî ya biwesf a zarok" de biryara "neşopandinê" hat dayîn. Tenê bi sûcdariya "Îstimara zayendî ya zarok" doz li Korcan hat vekirin.    Di doznameyê de her du xwendekar diyar dikin ku faîl Korcan alqolê daye û wan êrişan zayendî li wam kiriye. Faîl Korcan jî qebûl dike ku alqolê daye xwendekaran lê êrişa zayendî ya li wan kiriye înkar dike. Dozgerî jî ji ber sûcê "Îstimara zayendî ya zarok" xwest faîl Korcan bê cezakirin.    Wê danişîna yekemîn a faîl Korcan di 27'ê çileyê de li 5'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Wanê bê dîtin.