‘Midûr û rayedarên dibistanan li pêşiya bijartina dersa bijarte dibin asteng’ 2022-01-12 15:07:39   AMED - Rêveberê Egîtîm Sena Amedê Fasîh Zîrek diyar kir ku li dibistanan midûr û rayedarên dibistanan berê xwendekar û malbatan li şûna bijartina dersa bijarte berê wan didin hin dersên din û heke ew tesbît bikin wê derbarê wan de gilî bikin.     Sendîkaya Kedkarên Perwerdehî û Zanistê (Egîtîm Sen) ên Şaxên Amedê têkildarî dersên bijarte li avahiya Şaxa Jimara 2’yan civîna çapemeniyê li dar xistin. Sekrterê Rêxistinkirinê yê Şaxa 2’yan Fasîh Zîrek daxuyanî da û diyar kir ku hilbijartina dersên bijarte di 4’ê çile de dest pê kiriye û wê heta 20’ê çile berdewam bike û ji bo dersa bijarte ya kurdî bang li xwendekar û malbatan kir.    Daxuyaniya ji aliyê Zîrek ve hat xwendin wiha ye:   “Ji alî Wezareta Perwerdehiyê hate eşkerekirin ku dê di navbera 4-20’ê çile de li dibistanên navîn û lîseyan dersên bijarte bêne bijartin. Gelek girîng e ku zarok û dê û bavê xwe bi hev re vê biryarê bidin û dersên xwe bibjêrin.   Her çiqas ku ji alî Wezaretê ve tê gotin ku ev dersan zarok û malbat bi hev re dibijêrin, di rastiyê de wisa pêk nayê û em dibihîsin ku Gerînende li dibistanan li gor xwestekên xwe mejbûr dihêlin ku zarok tenê hinek dersan bibijêrin.   XWENDEKARAN BER BI DERSÊN DIN VE DIBIN    Ders bijartin divê li gor pêdivî, behre û xwestekên zarokan bêne kirin ne li gorî xwestekên rayedar û gerînendeyan. Lê belê rêvebir bi hinceta ku fêrgeh tune, mamoste tune û hwd. Xwendekaran ber bi hinek dersen ku ew dixwazin yan jî ji wan tên xwestin ve bi rê dikin. Ev biryar jî ne li gor feraseta dersên bijarte ye. Li ser vê mijarê civînên ku li gerînendetiya navçeyan û a bajêr bi xwe têne kirin, dilêriyê dide gerînendeyên dibistanan  ku ne li gor rêzikan tev bigarin û van kiryarên şaş pêk bînin.     Bi van helwestan jî xwendekarên ku behreyên xwe pêş de nabin, nirxandinê nakin, napirsin, lêkolînê nakin  û biryarên xwe bi xwe nadin derdikevin holê. Ev zarokên wisa jî dikevin rewşeke ku, kî çi bibêje bi a wan bikin û tim di xizmeta kesan de bin.   Jixwe rayedar  bi rêbaza azmûnan vê helwesta çewisandinê têra xwe li ser xwendekaran didin meşandin. Nayê xwestin ku tu kes bi deng û renge xwe bigihên. Ev çewisandin li ser xwendekaran bi saya qadroyên ku rayedariyê di saziyên têkildarî perwerdeyê tevan de bi cîh kirine  tê kirin. Her wiha ev helwest ne tene li saziyên têkildarî perwedrdeyê heye, ev qadrobicîhkirin hema bê li hemû saziyan heye.   Bi vê re jî bi saya van qadroyan gelek kar û barê perwerdeyê bi hevkariya; cemaet, komele û weqfên dînî tê kirin. Em ji vir de bang li rayedaran dikin. Dev ji helwestên xwe ên li hember zanîn û zanistê ne berdin. Dibistan ne ew ciyan e ku kes yan feraset fikra xwe û baweriya xwe li ser zarokan ferz bikin.   KU EM TESBÎT BIKIN EM Ê GILÎ BIKIN   Ew kesên ku di mijara dersen bijarte de zextan li ser malbat û xwendekaran dikin yan jî wan tune dihesibînin.  Em we hişyar dikin. Tiştên ku hûn dikin rast e rast sûc e. Û ku em tesbît bikin em ê derheqî we de gilî bikin.    Ji malbat û xwendekarên me kî rûqalî van zextan bên bila serî li me bidin, ji alî dadî de heta dawiyê em ê piştgitî bidin wan. Ji bilî vê, dema serlêdana dersên bijarte jî bî pîrsgirêk e.  Zarok niha serî lê didin lê piştî 8 mehên din ev pêk tê. Ev ne ras e.  Divê di meha tebaxê de ev kar bibin û di îlonê de jî plansaziya mamosteyan li gor vê bê kirin. Em dibên bila hemû xwendekar û malbat azad bin. Kî zîmanê xwe dibijêre, kî lî gor behreya xwe dibijêre û kî çi dibijêre bila bibijêre. Ev maf ji alî rayedaran ve bi qanûnan hatiye dayin û sererastkirin.   Em bawer dikin ku hemû reng û deng dikarin bi hev re bijîn. Di nêvengeke demokratik de her gel dikarin bi zimanê xwe ê zikmakî perwerdeyê bibinin û ev ji me kêm nake  dijberî wê me pêş da dibe. Dîsa em weke Egîtîm Sen dibêjin ku heta bi dawiyê em ê vê pêvajoya dersen bijarte bişopînin û rê nedin tu neheqiyan."