Enstîtuya François Mitterand xelat da Demîrtaş 2022-01-12 14:02:42   ENQERE - Enstîtuya François Mitterand, "Xelata Wêrekiya Siyasî" da Hevserokê Giştî yê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş.     Enstîtuya François Mitterand, Hevserokê Giştî yê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ku li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê girtî ye hêjayî "Xelata Wêrekiya Siyasî" ku cara yekemîn dide dît. Ji bo dayîna xelatê li paytexta Fransa Parîsê merasîmek hat lidarxistin. Ji bo ku li ser navê Demîrtaş xelatê werbigire Berdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve yê HDP'ê Hişyar Ozsoy tevlî merasîmê bû.    Demîrtaş ji merasîmê re nameyek şand û ji ber hejayî dîtina wê ya xelatê sipasiya enstîtuyê kir û ev tişt got: "Her çiqas ji min re bê dayîn, ez li ser navê hemû HDP'iyên girtî digirim. Ji bo min û bi milyonan kurdan Mitterand hene. Yek jê François Mitterrand e yek jê jî Danielle Mitterrand e. Her du şexsiyetên ku di bîra me de şop hiştine û ferydeyeke wan a mezin ji nirxên Ewropayê re çêbûye bi rêzdarî bi bîr tînim. Weke hûn jî dizanin ji ber ku li Girtîgeha Edîrneyê girtî me nikarim bi we re bim. Bawer dikim ku berxwedana me wê bi piştgiriya we vê neheqiya mezin ku nirxên Ewropayê jî derbas kiriye bi dawî bibe."   Ji wezîrên berê yên karên derve yê Fransayê serokê enstîtuyê Huber Védrine jî axftinek kir û got ku divê xelat weke piştgiriyeke siyasî û remz a ji bo têkoşîna Demîrtaş û HDP'ê ya didome bê dîtin.