Ciwanê ketiye defika tiryakê: Dixwazim jê xelas bibim 2022-01-12 10:44:00 ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê, ciwanê bi navê H.T. ku di 13 saliya xwe de dest bi kar anîna tîryakê kiriye, diyar kir ku dixwaze tedawî bibe û êdî ji tîryakê xelas bibe.    Di çarçoveya şerê taybet ku li herêmê tê meşandin de li Şirnex û navçeyên wê fihûş û bi kar anîna tîryakê di nav ciwanan de zêde dibe. Li gorî lêkolîneke ku Şaredariya Silopiyayê di meha cotmehê ya sala 2021'an de bikaranîna tiryakê di salên dawîn de ji sedî 30 zêde bûye. Balkêş e piraniya kesên ku ketine tora tiryak û fihûşê zarokên malbatên welatparêz in.    DI 13 SALIYÊ DE DEST PÊ DIKE   Li navçeya Cizîrê, ciwanê bi navê H.T. ê 18 salî ku bi dayika xwe re dijî ji 13 saliya xwe ve tiryakê bi kar tîne. H.T. dixwaze ji tîryakê xelas bibe û bê tedawîkirin. Çîrokeke balkêş a malbata H.T. heye; birayekê wî di sala 2014'an de di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dide û di sala 2015'an de dema ku hê 11 salî ye jî bavê wî di qedexeyên derketina derve ya Cizîrê de ji aliyê sekvanan ve hatiye kuştin. Ji ber vê rewşê di 11 saliya xwe de neçar dimîne ku dest bi kar bike. Bi berhevkirina xurdeyan hewl dide debara xwe û dayika xwe bike. Lê piştî 2 salan di 13 saliya xwe de dikeve tora tiryakkêşan û dest bi kar anîna tiryakê dike.    'DIXWAZIM XELAS BIBIM'   H.T. derbarê rewaş xwe de axivî û diyar kir ji sala dest bi bikaranîna tiryakê kiriye ve jiyana wî serobin bûye û dixwaze tedawî bibe. H.T. ji ber bikaranîna tiryakê poşmaniya xwe anî ziman û wiha got: "Beriya 5 salan min meraq kir û dest pê kir. Beriya niha ji bo tedawiyê çûm Amedê, lê vala bû...Dixwazim dev ji berdim. Beriya bikaranîna tiryakê ji bo debara malê dixebitîm. Serê sibehê diçûm kar û piştre bi hevalên xwe re dileyîstim. Lê niha vê nakim. Li derdora min bi dehan kes bi kar tînin. Ez dixwazim ji vê xelas bibim. Tiştek gelek xerab e. Êdî dixwazim ji malbata xwe re bibim alîkar."   'NAXWAZIM BIMIRE'   Dayika H.T. ku dixwaze dev ji tiryakê berde Z.T. jî ji bo tedawiya kurê xwe banga piştevaniyê kir û ev tişt gotin: "Kurê min tiryakê bi kar tîne, ji ber ku derfetên min tune ne nikarim wî bibim tedawiyê. Hê ciwan e. Beriya bikaranîna tiryakê gelek baş bû. Dixwazim kurê min tedawî bibe û ji tiryakê xelas bibe. Ji bo tedawîkirinê min du caran kurê xwe bir Amed û carekê jî bir Hatayê. Mehek û nîv tedawî dît. Ji ber tunebûna derfetan pêvajoyeke baş a tedawiyê çênebû. Li mala min amûr tune ne ku ez wan bifiroşim. Heke hebûna min ê ji bo heqê rê bifirotina. Ji min re bibin alîkar û kurê min ji vê rewşê xelas bikin. naxwazim kurê min bimire."   MA / Zeynep Dûrgût