Endama HDP’ê Karaman di qawişa FETO’yiyan de tê ragirtin 2022-01-12 10:37:37   MÊRSÎN - Endama MYK’a HDP’ê ya berê Zeynep Karaman ku di çarçoveya Doza Kobanê de hatibû girtin, li Girtîgeha Tîpa E a Edîrneyê, di qawişa FETO’yiyan de tê ragirtin. Daxwaza Karaman a sewqkirina Girtîgeha Sîncanê jî bê bersiv tê hiştin.    Endama Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Zeynep Karaman ku di Doza Kobanê de dihat darizandin û derbarê wê de biryara girtinê hebû, di 28’ê Kanûna 2021’an de li Ûzûnkopruya Edîrneyê hatibû binçavkirin. Karaman a biribûn Edliyeya Edîrneyê, bi SEGBÎS’ê girêdayî danişîna 8’emîn a dozê ku li Kampusa Girtîgeha Sîncanê berdewam dikir, kiribûn. Karaman a dadgehê derbarê wê de biryara girtinê dabû, biribûn Girtîgeha Tîpa E ya Edîrneyê. Daxwaza sewqkirina Karaman ku di qawişên FETO’yiyan de tê ragirtin bê bersiv hat hiştin.    ‘YEWNENÎSTANÊ RADESTÎ TIRKIYEYÊ KIR’   Kekê Karaman, Yilmaz Karaman, dazanîn ku Yewnenîstanê xwişka wî radestî Tirkiyeyê kiriye û wiha got: “Di hevdîtina min bi xwişka xwe re kir de got ku hem Yewnenîstanê hem jî Tirkiyeyê tundî lê kiriye. Diyar kir ku ji ber vê tundiyê di laşê wê de şop çêbûne. Ragihand ku di girtîgehê de bi awayekî qismî tedawiyê dibîne.”   Karaman, diyar kir ku xwişka wê ji mayîna qawişa FETO’yiyan aciz e, daxwazên wê yên sewqkirinê bê bersiv tê hiştin û wiha axivî: “Xwişka min li Sîncanê tê darizandin. Ji ber vê yekê dixwaze wê bibin Girtîgeha Sîncanê. Li Girtîgeha Tîpa E ya Edîrneyê de kesekî ku bi wê re di heman dosyayê de tune ye. Em naxwazin bi girtiyên dosyayên cuda tên ragirtin re bimîne. Xwişka min dixwaze biçe cem hevalên xwe. Ev jî mafê wê yê herî bingehîn e.”