HDK wê forûma ‘Em bajarê xwe diparêzin’ li dar bixin 2022-01-12 10:18:07   ENQERE - HDK wê bi sernavê “Em bajarê xwe diparêzin” forûman li dar bixin û di van forûman de avakirina bajarek li gorî azadiya jinan, demokratîk û ekolojîk were nîqaşkirin.    Meclîsa Bajêr a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a Enqereyê wê bi sernavê “Em bajarê xwe diparêzin” forûman li dar bixe û di van forûman de li riyên avakirina bajarekî azadiya jinan, demokratîk û ekolojîk bigerin û nîqaş bikin. Wê ev forum bi 6 sernavan pêk werin û dê ev forûm di navbera 15’ê çile û 12’ê adarê de li cihên cuda werin lidarxistin.    Forûma ewilî wê bi jêresernavê “Li bajarê me pirsgirêkên ku teqewît û extiyar dijîn û derfetên ji bo wan” di 15’ê çile de pêk were. Forûma duyemîn dê bi sernavê “Veguherîna bajêr û bîra bajêr” di 22’ê çile de pêk were. Di forûma 5’ê sibatê de jî wê bi sernavê “Mekanê bajêr û jin” bê lidarxistin û di vê forûmê de dê pirsgirêkên jin pê re rûbirû dimînin û riyên têkoşînê werin axaftin. Di forûma 12’ê sibatê de jî dê pirsgirêkên çûnehatê, enerjî û tenduristiyê û riyên çareseriya van bi sernavê, “Pirsgirêka çûnehata bajarê me, enerjî û tenduristiyê” werin nîqaşkirin. Forûmek din jî wê bi sernavê “Li bajarê me hewa, av û xûrekên paqij” were lidarxitin. Forûma dawî jî wê bi sernavê “Demokrasiya xwecihî û konseyên bajêr” di 12’ê adarê de were lidarxistin.    GIRÎNGIYA AVAKIRINEK NÛ    Hevberdevkê Bajêr yê HDK’a Enqereyê Fîkret Çaglayan diyar kir ku îqtidaran cih û warên însanan veguherndiye avaiyek hegominîk û divê ew li ser wê çawa bijîn û çawa hevpar bibin û bajarek wisa ava bikin nîqaşan bikin. Çaglayan got bifikirin êdî axaftin jî tê astengkirin û ew dixwazin li dijî her cûre astengî û qedexeyan pirsgirêkan çareser bikin û bi van forûman ji bo avakirinek nû xebatê bikin.    ‘MEKANEK HDK’Ê NÎNE’    Çaglayan destnîşan kir ku ew bûyerên li bajêr di mekanîtiya HDK’ê de nîqaş dikin û ev yek gelek girînge  û lê di vê gotina wî de hinek îronî heye û çimkî mekanê HDK’ê nîne. Çaglayan got ew wek HDK’ê naxwazin xwe bi mekanan re sînor bikin û ew dixwazin li dijî kedxwarî, mêtingeriyê û dagirkeriyê rabin û jiyana nû ava bikin.    ‘AVAKIRINA JIYANEK NÛ MIMKIN E’    Çaglayan da zanîn ku ev demek dirêj e plansazî û xebat tên kirin û kedek mezin dane û ew dikarin bi vê ked û têkoşîna xwe ew dikarin jiyana xwe û bi civakê re jiyanek nû ava bikin û viya mimkin e. Çaglayan anî ziman dema ew vê yekê bikin wê civak bihêz bibe û îqtidar têk biçe.    TÊKOŞÎNA HEGOMONYA ÎDEOLOJÎK    Hevberdevka HDK’a Enqereyê Emek Başaraner jî da zanîn ku HDK di du zemînên cuda wek “Meclîsbûn” û “Têkoşîna hegomonya îdeolojîk” pêk tê û rêxistinkirî pir girîng e lê ji bo vê jî divê însan werin ba hev û xwe bikin yek. Başaraner got ew dixwazin di van forûman de meclîsan bînincem hev û pirsgirêkan veguherînin têkoşîna hegomonya îdeolojîk. Başaraner bal kişand ser forûma bi sernavê jinan pêk tê û destnîşan kir ku ew dixwazin Enqereyê veguherînin bajarê reng û dengê jinan û hemû jinan ji bo nîqaşkirina pirsgirêkan û çareseriya wê vedixwînin forûman.