Eşyayên girtiyan nadin wan 2022-01-12 09:09:37 AMED - Şukru Çîçek ku ji Girtîgeha Kirikkale ya Tîpa F'yê sewqî Girtîgeha Kiriklar a Jimare 2 a Tîpa F'yê hat kirin, ragihand ku zêdetirî 3 meh in eşyayên wî nedane wî.  Nêzî 100 girtî di 2'yê Cotmeha 2021'ê de bi hinceta "ewlehiyê" ji Girtîgeha Kirikkale ya Tîpa F'yê sewqî girtîgehên cuda hatibûn kirin. Girtiyên sewqî girtîgehên Tekirdag, Antalya, Sîlîvrî, Sîncan, Kiriklar, Şakran, Bolû û girtîgehên din hatibûn kirin lêgerîna tazî li wan hatibû ferzkirin. Her wiha hin girtî jî bi êrişa fizîkî ya gardiyanan re rû bi rû mabûn û wan xistibûn hucreyên yekkesî yan jî qawîşên girtiyên edlî. Di dema sewqkirinê de pirtûk, name û kincên girtiyan jî hatibûn desteserkirin. Ji roja girtî hatine sewqkirinê heya niha eşyayên wan nedane wan.    Şukru Çîçek ku sewqî Girtîgeha Kiriklar a Bûcayê ya Jimare 2 a Tîpa F'yê hatiye kirin, ragihand ku hê jî eşyayên wî nedane wî.     TECRÎD   Girtî Şukru Çîçek, di hevdîtinê de ku bi hevalê xwe Agît Ekmen re kiriye, binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihandin. Çîçek, ragihand ku 3 meh derbas bûne lê hê jî eşyayên wî nedane wî. Çîçek, bilêv kir ku ji bo eşyayên xwe wergire gelek caran serlêdan kiriye, lê hê jî eşyayên wî nedane wî.    Hevalê wî Agît Ekmen got: "Tim ji wan re dibêjin 'personel kêm in, derbarê we de lêpirsînek heye yan jî em ê di nêz de eşyayên we bidin we.' Wan dixapînin." Ekmen, diyar kir ku Çîçek ragihandiye ku lêgerîna tazî li wan tê ferzkirin, mafên wan ê sporê û çalakiyan tên astengkirin û got: "Gava girtiyên siyasî sewqî girtîgehek din tên kirin, lêgerîna tazî li wan tê ferzkirin. Ev bi tena serê xwe îşkence ye. Li hemberî girtiyan tecrîdek taybet tê pêkanîn. Tiştên me qet nedîtibûn me di vê hevdîtinêd e dîtin. Di bin navê lêgerînê de her derê malbatan sehî dikin."    DEMA HEVEDÎTINA VEKIRÎ   Ekmen, diyar kir ku dema hevdîtina vekirî nîv saet bûye û got: "Ev tiştekî kêfî ye. AKP, derdorên girtî heya ber dev tije dike, kongre û mîtînagn li dar dixe. HEr wiha qehwexane, hêwanên dawetan vekirî ne. Dolmîş û otobêsên nav bajaran tije ne. Li derve her der vekirî ye, tu tevdîreke pandemiyê tune ye. Lê gava mesele dibe girtîgeh, pandemî têb îra wan. Em ji bê bawer nakin. Ev pêkanîneke kêfî û siyasî ye."    Ekmen, di dawiya axaftina xwe de ji bo zextên li ser girtiyan bang kir û got: "Em gelê kurd ji ber ku doza mafên xwe dikin tên girtin. Em vê nêzîkatiya dijmiantiyêq ebûl nakin. Divê em bibin dengê vê qîrîna zindanan."