Piştî girtina 5 kur û hevjîna xwe hat girtin: Rewşa wî giran e 2022-01-12 09:09:36 ŞIRNEX - Necmettîn Ormanli yê 71 salî ku piştî girtina 5 zarok û hevjîna xwe tê girtin û li girtîgehê nexweş dikeve, roj bi roj rewşa wî girantir dibe. Hevjîna Ormanli ji bo hevjînê xwe banga hestiyariyê kir ûxwest ku bê berdan.  Li girtîgehên Tirkiyeyê zedetirî hezar girtiyên nexweş hene. Di nav van girtiyan girtiyên gelek ciwan û girtiyên temen mezin jî hene. Yek ji van girtiyan jî girtiyê bi navê Necmettîn Ormanli yê 71 salî ye. Çîrokeke balkêş a Ormanli û malbata wî heye. Ormanli bavê 16 zarokan e û bi malbata xwe re heta sala 1990'an li gundê Babga yê navçeya Silopiyayê ya Şirnexê dijî. Ji ber zext û zordariya dewletê ya li dijî wan malbata Ormanlî ji gundê xwe koçî navenda Silopiyayê dike. Piştî koçkirinê li navenda Silopiyayê jî zextên dewletê yên li ser malbatê bi dawî nabin. Ji ber van zextên li dijî xwe di dîrokên cuda de 4 zarokên wî tevlî nav refên PKK'ê dibin.    TEV BI HEV RE GIRTÎ DIMÎNIN   Her roj malbata Ormanli çavên xwe bi serdegirtina malê vedike û di şert û mercên herî dijwar de dijî. Ji ber van şert û mercan 5 zarokên Ormanlî terka Silopiyayê kirine. Hinek ji wan çûne metropolên Tirkiyeyê hinek ji wan jî ji neçarî derbasî welatên Ewropayê bûne. Zarokên Ormanli, Alî (20), Sebrî (16), Hiznî (16), Şivan (15), Cemal (11) û hevjîna wî Nahîde Ormanli (55) di demên cuda tên girtin. Her pênç zarokên Ormanli û hevjîna wî di sala 2018'an de di heman demê de tev bi hev re li girtîgehên cuda girtî dimînin. Ji ber ku ji heman malê di heman demê de 6 kes girtî dimînin bav Ormanli di çûyina hevdîtina wan a girtîgehan de gelek zehmetî dikişîne.    PIŞTÎ KU ZAROKÊN WÎ TÊN BERDAN EW TÊ GIRTIN   Zarokê wî yê herî biçûk Cemal ê 11 salî piştî ku 11 meh di girtîgehê de dimîne tê berdan. Ji zarokên Ormanli, Şivan salekê, Hiznî 7 sal, Sabrî 10 sal, Alî 3 sal û hevjîna wî Nahîde Ormanli jî salekê di girtîgehê de dimînin. Piştre zarokên wî yek bi yek di dîrokên cuda de tên berdan, lê belê cezayê wan tên erêkirin. Piştî ku hevjîna wî Nahîde Ormanlî tê berdan vê carê jî di dawiya sala 2018'an de Necmedîn Ormanlî bi sûcdariya "Rexmî ku ne endamê rêxistinê ye li ser navê rêxistinê sûc kiriye" tê gritin û 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê tê birîn. Ormanlî, di 30'ê cotmeha 2021'an de ji Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Eskîşehîrê tê kirin. Ormanli, niha li girtîgehê nexweşe û ji ber ku di nigên wî de platîn heye gelek zehmetî dikişîne.    Hevjîna Ormanli Hahîde Ormanli (55), derbarê rewşa hevjînê xwe de axivî û diyar kir ku    'ÊDÎ NIKARE GIRTÎGEHÊ DE BIMÎNE'   Nahîde Ormanli, diyar kir ku rewşa hevjînê wê roj bi roj girantir dibe û wiha got: "Necmettîn nexweş e. Nexweşiya wî ya şekir û tansiyona bilind heye. Berî ku bê girtin qeza kiribû. Di nigên wî de platîn heye. Di heman demê de astima wî heye û ji ber qezayê milê wî birîndar e. Nexweşiyên wî yên pir giran hene. Nikare nefes bigire. Gelek nexweşiyên wî hene. Her cara ku dibin nexweşxaneyê wî di hucreyê de dihêlin. Wi birine Girtîgeha Eskîşehîrê. Heta niha di hucreya yekkesî de tê ragirtin. Li me geriya. Ji ber ku dikuxiya nikaribû biaxive. Em dixwazin ku bê berdan. Hemû girtî ku di girtîgehan de nexweş in. Divê bên tedawîkirin. Ne tenê Necmettîn divê hemû girtiyên nexweş bên berdan. Ew pîr e û tu sûcê wî tune ye. Êdî nikare di girtîgehê de bimîne."   MEHEKE HEVDÎTINA BI TELEFONÊ RE QEDEXEYE    Ormanli, daxwaz kir ku hevjînê wê bê berdan û ev tişt anîn ziman: "Ji ber ku xwarina li girtîgehê nebaş e nayê xwarin. Nexweşe nikare her tiştî bixwe. Dema ku li derve bû jî nikaribû her tiştî bixwe. Dema li malê bû ji ber nexweşiyên xwe nikaribû kar bike. Malê rûniştî bû. Dema li Şirnexê bû em diçûn hevdîtinan. Lê niha sewqî Eskîşehîrê kirine. Ji ber ku dûre jî em nikarin biçin wî bibînin. Dema telefon kir got ku mehek cezayê qedexeya telefonê lê birîne. Em niha nizanin ku em ê çawa jê agahdar bin."