2 zilamên dest avêtin zarokeke 14 salî hatin girtin 2022-01-11 14:31:12   MÊRDÎN - Li Mêrdînê du zilamên dest avêtin zarokeke 14 salî hatin girtin û şandin girtîgehê.    Zarokeke 14 salî ku rojên derbasbûyî li Mêrdînê aciz bû rakirin nexweşxaneyê, li wir hat ferqkirin ku xwîn jê diçû. Piştî dermankirina zarok rewş ji polîsan re hat ragihandin û bi pedagogan re îfadeya zarok hat girtin. Zarok vegot ku dest avêtine wê. Di çarçoveya agahiyên zarokê dan de derbarê 2 kesan de lêpirsîn hat destpêkirin.    Kesên bi navê R.D. û R.E. ku ji aliyê cendermeyan ve hatin binçavkirin, dadgehê bi sucdariya “destavêtina zarok” ew girtin û şandin girtîgehê.