Dozger xwest nivîskar Ekîncî were cezakirin 2022-01-11 13:04:58   STENBOL - Dozger ji bo nivîskar Yavûz Ekîncî yê ku li ser medya dîjîtal piştevaniya Kobanê kiribû re ceza xwest.    Nivîskar Yavûz Ekîncî 8 sal berê li ser medya dîjîtal ji bo piştevaniya Kobanê peyam parve kiribû. Bi îdiaya ku nivîskar Ekîncî “propaganda rêxistinê kiriye” doz lê hatibû vekirin. Danişîna duyemîn a dozê li 34’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hatlidarxistin. Yavûz Ekîncî û parêzerê xwe di danişînê de amade bûn. Dozger derbarê dozê de mutalaya xwe pêşkêş kir û xwest Ekîncî were cezakirin. Parêzer ji bo parastinê dem xwest û dadger daxwazê qebûl kir. Dadgehê danişînê taloqî 31’ê adarê kir.