Danişîna 4’emîn a Doza Tahîr Elçî sibê tê lidarxistin 2022-01-11 11:57:26   AMED - Danişîna 4’emîn a doza Tahîr Elçî ku sisê jê polîs bi giştî çar kes tên darizandin sibê li Dadgeha Amedê tê lidarxistin.    Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî û yên li gel wî di 28’ê Mijdara 2015’an de li ber Minareya Çar Ling li dijî ku minareyê ji şer xesar dîtibû daxuyanî dabû. Elçî di kêliya ku daxuyanî dida hat qetilkirin. Tevî ku ewqas sal di ser qetilkirina Elçî re derbas bûn jî hêj ne faîl nehatine cezakirin.    Elçî beriya ku were kuştin di 15’ê Cotmeha 2015’an de li bernameya Ahmet Hakan a di CNN Turkê de gotibû “PKK ne rêxistinek terorê ye.” Piştî vê gotinê Elçî hat binçavkirin û li Dozgeriya Stenbolê îfade da û hatibû berdan. Piştî vê gotinê û pêvajoya binçavkirinê 8 roj şûn ve li ber Minareya Çar Ling hatibû qetilkirin.    Di encama lêpirsînek ku çend sal şûn ve bi encam bû îdianame hat amadekirin. Îdianame derbarê polîsên bi navê M.S., F.T. û S.T. û endamê PKK’ê Ûgûr Yakişir de hat amadekirin. Ji sûcê “bûne sedemên kuştina bi qestî” derbarê her sê polîsan de ji 3 salan heta 9 salan cezayê hepsê tê xwestin. Derbarê Yakişir de ku tê îdiakirin ku ji kuştina Elçî û du polîsan berpirsiyar e û niha firar e 3 caran cezayê heta hetayê yê girankirî û 45 sal ceza tê xwestin.    Danişîna ewil a dozê piştî 5 salan a kuştinê di 21’ê cotmeha 2020’an de li 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hatibû lidarxistin. Pişt re du danişînên din jî hatin lidarxistin û tu encamek ji dozê derneket. Sibê roja çarşemê wê danişîna 4’emîn a doza Elçî dîsa li heman dadgehê were lidarxistin.    Baroya Amedê û Weqfa Tahîr Elçî ji bo daxuyaniyek hevpar dan û banga beşdariya danişîna dozê wê sibê saet li 10.00’an were lidarxistin kirin.