‘Tecrîd meseleya tevahiya hêzên demokrasîxwaz e' 2022-01-11 09:07:10 ENQERE - Endamê Desteya Rêvebir a Navendî ya Partiya Şoreşger Ûmût Açar, diyar kir ku ji bo tecrîda li Îmraliyê bê şikandin divê binpêkirinên mafan ên tên kirin li qada neteweyî û navneteweyî bên bihîstin. Endamê Desteya Rêvebir a Navendî ya SYKP'ê Halît Elçî jî destnîşan kir ku tecrîda li girtîgehan meseleya tevahiya raya giştî ya demokratîk e.  Tecrîda girnakirî ya li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F'yê 23 sal in didome. Her diçe ev tecrîd li tevahiya girtîgehan jî belav dibe. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan herî dawî di 25'ê Adara 2021'ê de bi telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivî. Ji wê çaxê heya niha tu agahî ji Ocalan û her sê girtiyên din ên li Îmraliyê nayên girtin.    Hevseroka Partiya Jinûve Avakirina Sosyalîst (SYKP) a Enqereyê Nuve Gonultaş, diyar kir ku li Tirkiyeyê bi deh hezaran girtiyên siyasî di şert û mercên tecrîdê de ne. Gonultaş, bibîr xist ku Tirkiye yek ji wna welatan e ku herî zêde girtîgeh lê hene û got: "Ji bo muxalefeta demokratîk bê tepisandin, hîn bêtir mirovan digirin û wan tecrîd dikin. Ev tepisandin tenê ne li ser girtiyan li ser tevahiya civakê tê pêkanîn. Ev plana tepisandin û qirkirinê ye."    ‘POLÎTÎKAYA BÊDENGKIRINÊ'   Gonultaş, destnîşan kir ku helwesta îqtidara heyî ku guh li tu normên hiqûqî nake dibe sedema zêdebûna tecrîdê û got: "Dixwazin civak bêdeng be, li ber betalî û bihabûnê û xizaniyê dengê xwe neke. Zextên li girtîgehan û yên li derve paralelî hev in. Ji bo pêkanînên li girtîgehan û mafên girtiyan têkoşîn divê. Lewma divê saziyên mafên mirovan û saziyên siyasî bi tevkarî tevbigerin û çalak bin."    ‘AKP QELS DIBE'   Endamê Desteya Rêvebir a Navendî ya SYKP'ê Halît Elçî jî destnîşan kir ku her ku rageşiya di nava civakê de zêde dibe zextên li girtîgehan jî zêde dibin. Elçî, bilêv kir ku polîtîkaya çewisandinê ya li girtîgehan ji zû de ye tê pêkanîn û sedema zêdebûna zextan ên vê dawiyê jî ew e ku tifaqa AKP-MHP qels dibe û nikare welêt bi rê ve bibe. Elçî, anî ziman ku li girtîgehan hiqûqa dijminatiyê tê pêkanîn û got: "Li Îmraliyê ji zû de ye rejîmeke girtîgehê ya dijqanûnî tê pêkanîn. Bi salan hevdîtinabi parêzeran re nehat kirin. Tenê ne ji bo wî, hevdîtina bi malbatan re ya ji bo girtiyên din jî tê astengkirin. Keştî bi salan xerabe bû. Dewleteke qerase kir nekir nikaribû keştiya xerabe çêbike. Ev hemû bi zanebûnî tên kirin, ev polîtîkayek dewletê ye."    Ekçî, destnîşan kir ku tecrîda li girtîgehan û rewşa li welêt girêdayî hev in û ji bo vê îşaret bi rewşa aborî ya Tirkiyeyê, êrişên li ser HDP'ê, kuştina Denîz Poyrazê kirin û got: "Ev hemû perçeyeke polîtîkaya tecrîdê ne." Elçî, bilêv kir ku ev meseleya tevahiya hêzên demokrasiyê û azadiyê ye û got: "Peywira me jî ew e ku em heya dawiyê bi piştevaniyî tevbigerin."    ATK   Endamê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Alî Gokkaya jî got: "Çendî darvekirina hatibe rakirin jî, lê niha bi awayine cuda didome. Ev yek bi tecrîdê, bi netdawîkirina girtiyên nexweş tê domandin."    Gokkaya, anî ziman ku li girtîgehên Tirkiyeyê tib wekî amûrekê ji bo qirkirina mirovan tê bikaranîn û got: "Saziyên serbixwe raporan didin,lê Saziya Tiba Edlî (ATK) dibêje 'na dikarin di girtîgehê de bimînin.' Ev sûcekî li hemberî mirovahiyê ye. Li Îmraliyê tecrîdakirina Abdullah Ocalan jî sûcekî li hemberî mirovahiyê ye. Ji ber ku pêwendî pê re nayê danîn, fikarin gelê kurd hene. Demildest divê ev yek bi dawî bibe."    ‘DIVÊ EM BINPÊKIRINAN RAGIHÎNIN RAYA GIŞTÎ'   Endamê Desteya Rêvebir a Navendî ya Partiya Şoreşger Ûmût Açar jî got: "Tekane alterntaîfa feraseta ku nikare tevhiya gel biçewisîne, gritîgeh in. Îqtidara siyasî ya ku piştgiriya wê hnayê kirin, muxalifan krîmînalîze dike. Ji ber vê nahêlin girtî jî rihet bin."    Açar, destnîşan kir ku ji bo ev binpêkirinên mafan bên bihîstin û her kes bi wan bihese divê li her derî bên bilêvkirin. Açar, anî ziman ku ji bo tecrîda li Îmraliyê bê şikandin û pêşî li ber binpêkirinên mafan bên girtin divê ev li qada neteweyî û navneteweyî bên bihsîtin.