Sutçu yê êrişî HDP’ê kiribû, li ser îtîrazê hat girtin 2022-01-10 15:49:26   STENBOL - Êrişkar Muhammed Eren Sutçu ku bi kêr û çekê êrişî Rêxistina HDP’a Bahçelîevlerê kiribû, li ser îtîraza dozger hat girtin.     Di 28'ê kanûna 2021’an de kesê bi navê Mûhammed Eren Sutçu bi kêr û çekan êrişî avahiya HDP'ê ya Navçeya Bahçelîevlerê ya Stenbolê kiribû û hatibû binçavkirin. Di encama êrişê de Ramazan Dişari û endamê partiyê Azîz Şîmşek hatibûn birîndarkirin. Dozgeriyê, Sutçu ji sûcê “Gef xwarin û birîndar kirinê” bi daxwaza girtinê sewqî 3’yemîn Dadgeha Ceza ya Sûlhê ya Stenbolê kiribû û dozgeriyê Sutçu bi şertê cezayê hefsê yê malê berdabû.    HAT GIRTIN   Hat hînbûn ku piştî berdana Sutçu dozger îtîraz kiriye lê ji ber biryara nepentiyê ya li ser dosyayê daxwaza girtinên nehat hînbûn. Lê hat zanîn ku Sutçu li ser îtîraza dozger hatiye girtin. Nehat hînbûn ku Sutçu kengî hatiye girtin û birine kîjan girtîgehê.