Di lêpirsîna ‘binpêkirina nepentiyê’ ya 3 rojnamevanan de biryara neşopandinê hat dayîn 2022-01-10 11:53:46   MÊRDÎN - Di lêpirsîna derbarê rojnamevan Ahmet Kanbal, Merdan Yanardag û Mûrat Taylan ku der heqê 9 kesên esker jî di nav de li Nisêbînê ji ber “bertîl û qaçaxçitiya koçberan” hatin girtin de nûçe çêkiribûn biryara neşopandinê hat dayîn.    Di çarçoveya lêpirsîna “qaçaxiya koçberiyê” û “bertîlê” ya ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ve birêvebirin, Fermandarê Tabûra Hidût a 2’yemîn a li Nisêbînê Serdarê Piyade Îlkay Kati û astsûbayên bi navê Nîhat Mûratoglû, Azîz Çaki û Gurkan Sînan û kesên sivîl jî di nav de 7 kes di tebaxa 2020’an de hatibûn girtin. Nûçegihanê me Ahmet Kanbal û rojnamevan Merdan Yanardag û Mûrat Taylan derbarê mijarê de nûçe çêkiribûn û derbarê wan de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ve bi îdiaya “binpêkirina nepentiya lêpirsînê” dabû destpêkirin encam girt. Dozgeriyê derbarê 3 rojnamevanan de biryara neşopandinê da.